Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Mergedayê civînek li dar xist

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi rêya rêzecivînên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên kongreya xwe ya giştî dike.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi rêya civînên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hewl dide xwe bide nasîn û armanc û projeyên xwe yên pêşerojê diyar bike. Di vê çarçoveyê de Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yekem civîna xwe li bajarokê Mergeda yê başûrê kantona Hesekê ya herêma Cizîrê li dar xist.

Civîn li meclisa bajarok li dar ket. Şêx, rûspiyên eşîran û her wiha gelek endamên saziyên sivîl û şêniyên bajarok tev li civînê bûn.

Di civînê de ji rêveberên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hindirîn Sîno wiha axivî: "Armanca civînê ku fikrên partiyê, pîvanên wê, perspektîfên wê yên dawîn di pêvajoya nû ya hilbijartinan de, bide nasîn.”

Her wiha yek ji rûspiyên ji bajarokê Mergeda Macid El-Erak wiha axivî: "Partiya Pêşerojê ya Sûriyê banga civînê kir û ji ber wê rûspî û şêxên herêmê tev li civînê bûn da ku nêrîna partiyê nas bikin.

Macid El-Erak anî ziman ku armancên partiyê Sûriyeke nû, Sûriyeke pirreng, nenavendî û demokratîk in. El-Erak di dawiyê de destnîşan kir ku tevî ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ne ji zû ve hatiye avakirin lê gelek serkeftinên mezin bi dest xistin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din