Partiya Pêşerojê ya Sûriyê meclisa navçeyên El-Heye û El-Yastî hilbijartin

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê îro bi dirûşmeya `Sûriyeya demokratîk û ne navendî, rûniştandina Rêveberiya Xweser û xurtkirina Hêzên Sûriya Demokratîk` 3`yemîn Kongreya xwe li xet û navçeyên gundewarê Minbicê bi armanca hilbijratina meclis û sazumaniya wê lidar xist.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê îro 3`yemîn kongreya xwe li gundê El-Heye Biçûk li rojhilatê bajarê Minbicê lidar xist. Ji bo hilbijratina meclisa navçeyên El-Heye û El-Yastî li rojhilatê gundewarê  konek li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a El-Heye hate vedan.

Bi sedan şêniyên gund û bajarokên xetên El-Heye û El-Yastî tevî şêx û rûspiyên êlên herêmê tev li kongreyê bûn. Her wiha konê hilbijratinê bi wêneyên şehîdên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hate xemilandin. Pankartên bi nivîsên Aştiya tê xwestin aştiya pejirandin ne aştiya teslîmkariyê ye, Na ji tundrewiyê. Na ji mezhebiyê na ji netewperestiyê re û Rêveberiya Xweser çareseriya tevahiya dozan e hatin daliqandin.

Kongre bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endamê partiyê Adil Xilo perspektîvên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê xwendin.

Adil Xilo û hevserokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Minbicê Ezeb El-Ebûd axivîn û destnîşan kirin ku diyaloga Sûrî-Sûrî di vê pêvajoyê de pêwîst e û çareseriya tekane ye. Her wiha teqez kir ku pêwîstiya pêvajoyê bi vînek siyasî û demokratîk ku gelê Sûriyê ber bi aramiyê ve dibe heye.

Piştre endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îmad El-Musa şert û makenîzmeya  hilbijartinê vegotin.

Piştre beşdaran dengê xwe dan. Di dawiyê de 15 endam ji bo meclisa her du navçeyan hatin hilbijratin di nav de Yusra Henînî wek serokê meclisê û Casim El-Semo wek cîgir hatin hilbijartin.

Di dawiyê de seroka meclisê ya ku hatiye hilbijartin Yusra Henînî axivî û soza şopandina rêya şehîdan ji bo pêkanîna wekhevî û jiyana bi rûmet da.

(şx)

ANHA


Mijarên Din