Partiya Pêşerojê ya Sûriyê nûnerên xwe yên şaxê Girê Spî hilbijartin

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê herêma Firatê nûnerên xwe yên  kantona Girê Spî hilbijartin.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê kantona Girê Spî kongreya xwe ya yekemîn li bajarokê El-Hîşe yê girêdayî navçeya Eyn Îsayê lidar xist. Endamên partiyê yên kantonê, nûnerên partiyên siyasî û şêniyên kantona Girê Spî tev li kongreyê bûn.

Hejmara endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê kantona Girê Spî û navçeyên girêdayî wê 400 endam e.

Kongre bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê cîgira serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê herêma Firatê Fatme Şaban armanc û perspektîfên partiyê xwendin.

Piştî wê serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê herêma Firatê Kedîm Ibrahîm axivî û fedekariyên Hêzên Sûriya Demokratîk ên ku axa herêmê diparêzin silav kirin û teqez kir ku ne ji fedekariyên şehîdan ba, herêm wê bibûna ayaletên Tirk.

Ibrahîm di nav axaftina xwe de bang li hikumeta Sûriyê kir ku tev li diyalogê bibe û rolek di çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîze. Ibrahîm îşaret pê kir ku siyaseta hişkbûnê tenê wê bibe sedema rijandina xwîna gelê Sûriyê û timayên dewletan di berhemên Sûriyê de zêde bike.

Piştî bidawîbûna axaftinan hilbijartinên serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê kantona Spî, cîgir û endamên desteya rêveber destpê kirin.

Endaman bi rêya dengdayînê Fatme Şaban wek serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Girê Spî û Ehmed El-Şemalî wek cîgirê wê tevî 21 endamên desteya rêveber hilbijartin.

Kantona Girê Spî ji bajarê Girê Spî, navçeya Silûk ên ku hatine dagikirin, navçeya Eyn Îsa û hejmarek bajarokan pêk tê.  Bi deh hezaran koçberên wan herêman li herêmên Eyn Îsa û bajarokên wê dimînin.

Li gorî rêziknameya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji bo desteya rêveber a her şaxek partiyê 11 heya 21 endam têne hilbijartin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din