Partiya Pêşerojê ya Sûriyê piştgirî da diyalogên yekitiya kurdî

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê îbrahîm El-Qeftan di yekemîn kongreya partiyê ya li Hesekê de ragihand ku ew piştgiriyê didin diyalogên yekitiya kurdî.

Bi dirûşma "Sûriyeke demokratîk, nenavendî… spandina Rêveberiya Xweser û xurtkirina QSD`ê” Partiya Pêşerojê ya Sûriyê îro li Xwaringeha Teyfûr a bajarê Hesekê yekemîn kongreya xwe li dar dixe.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê têkoşîna aştiyane asas digire da ku armancên xwe di veguhertina demokratîk de pêk bîne. Nûnertiya çalakvan, hêz, îradeya siyasî ya rêxistinkirî ji welatiyên Sûriyê dike ku nêrîna wan hevbeş e, bernameya siyasî ya fikrî û armancên hevbeş. Hemû têgeh û helwestên şovenîst red dike. Partî tekeziyê li ser yekitiya xaka Sûriyê, başbûna têkiliyên bi dewletên cînar re dike û baweriyê bi wekheviya di navbera jin û mêran dike.

300 endam û 100 rûspiyên eşîrên Kurd, Ereb, nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl û hêzên leşkerî tev li kongreyê bûn.

Di kongreyê de perspektîfên rêveberiya giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji aliyê serokê buroya rêxistinî ya partiyê şaxê Cizîrê Salih El-Zobe ve hatin xwendin.

Ji girîngtirîn pîvanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yekitiya xaka Sûriyê bi xak û gelê wê, guhertin û veguhertina demokratîk, çareserkirina hemû dozên neteweyî li gorî pîvan û zagonên navneteweyî di destûra nû de û pêkanîna azadî, edalet û wekheviyê di navbera hemû welatiyê Sûriyê de ye.

Her wiha armanca wê ku nasnameya niştîmanî ya Sûriyê derxe pêş ku ew nasnameyeke pirrengî ye di netewe, ol û çandan de, avakirina projeya destûreke nû ji welêt re ku rêzdariyê dide azadiyê, avakirina dewletê li ser esasê qanûnê, xurtkirina pîvanên aştiya civakî û destekdayîna bi hêzên navneteweyî re ku aramiyê xurt bikin û aştiya cîhanê mîsoger bike.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan destnîşan kir ku lidarxsitina kongreyê pêkanîna rêziknameya partiyê ji bo pêkanîna tecrubeya demokratîk û erêkirina encamên wê ye. El-Qeftan wiha axivî: "Pêvajoya li pêş bi xwe re zehmetiyan tîne ku divê bi zanebûn û wefedariya ji hemû berdêlên ku ji bo avakirina Sûriyê û yekitiya wê hatine dayîn, bisekinin."

El-Qeftan wiha domand: "Ji destpêka avakirina partiyê de û di her pêvajoyekê de tekez kir ku şêwazê tekane di rêveberina welêt de bi şarestanî û dîroka wê dê ne bi rêya tundiyê yan jî xwespartina ji ti hêz û projeyên derve re lê belê bi rêya dewleteke qanûnî û bi rêya destûreke nû ji welêt re ye."

Îbrahîm El-Qeftan wiha pê de çû: "Em weke  Partiya Pêşerojê ya Sûriyê tekez dikin baweriya me xurte ku heger ne bi rêya projeya niştîmanî di çarçoveya herêmî û navnetewî de û bi têkiliyêên baş bi cînaran re û hemû dewletên herêmî û navnetewî dê Sûriyê ne aram û ewle be."

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di êrişên Ii ser herêmê ku di 9`ê Cotmeha 2019`an de dest pê kir, sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef, şehîd xist. Îbrahîm El-Qeftan di dawiyê de got ew piştgiriyê didin diyalogên yekitiya kurdî.

Di dawiya kongreyê de dê 29 endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji bo meclisa kantona Hesekê û di nav de serokê meclis û cîgirê wî, werin hilbijartin.

Li gorî komîteya amadekar ku dê meclisên nivîsgehên partiyan ên şaxên Hesekê werin hilbijartin û hejmara wan 7 be.

)bx)

ANHA


Mijarên Din