Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Reqayê kongereya xwe ya yekem li dar xist

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi dirûşma "Sûriyeke demokratîk nenavendî, spandina Rêveberiya Xweser e, xurtkirina Hêzên Sûriya Demokratîk e”,  kongereya xwe ya yekem li bajarê Reqayê li dar xist. Di kongreyê de serokê meclisa partiyê ya bajêr hate hilbijartin.

Kongere li hola Tac hate lidarxistin. Nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, rûspiyên eşîrên Reqayê û şêniyên bajêr tev li kongreyê bûn.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriya Muwefeq Silêman perspektîvên rêxistinî û siyasî yên partiyê xwendin.

Di perspektîvên siyasî de xalên ku di encamê de civakên Rojhilata Navîn parçebûnê li gorî berjewendiyên navdewletî, xuyakirina rûyê rastîn ê dewleta Tirk weke dewleteke dagirker û sûcên ku li dijî herêmê li gel bêdengiya navdewletî pêk tîne hatin bibîrxitsin.

Di perspektîvên rêxistinî de behsa qonaxên damezirandina partiyê heta bû sîwana siyasî ya gelê Sûriyê ji bo ku aloziya wê çarese bike û Sûriyeya pêşerojê xêz bike, hate kirin.

Partiyê di perspektîfên rêxistinî de bang li endam û kadroyên xwe kir ku xwedî têgihiştineke siyasî û fikrî bin da ku partî karibe civaka Sûriyê ber bi ewlehiyê ve bi rêve bibe û xebatên wê pêk werin.

Di berdewama kongreyê de serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan rewşa siyasî ya Sûriyê şîrove kir. El-Qeftan diyar kir ku gelê Sûriyê rêxistinên radîkal û êrişên dewleta Tirk li dijî Sûriyê red kirin. Her wiha pêwîstiya vedîtina çareseriyeke siyasî bi rêya diyloga sûrî-sûrî destnîşan kir.

El-Qeftan di nav gotinên xwe de got: “Diyaloga kurd-kurd û yekitiya Kurd deriyê yekitiya tevhaiya pêkhateyên Bkaur û Rojhilatê Sûriyê û misogeriya yekitiiya gelê Sûriyê û veguhestina ber bi Sûriyeya pirrengî, demokraîtk û nenavendî ye.”

Piştre endama partiyê şaxê bajêr Xaliye Kijwan rapora kar û xebatên partiyê yên du salan xwend. Di raporê de hate diyarkirin ku 2 hezar û 500 endamên nû tev li partiyê bûne.

Paşê endamên partiyê yên bajêr Abdullah El-Şiblî wek serokê meclisa partiyê û Zelîxa Ebdî wek cîgir tevî 33 endam hatin hilbijartin.

Di dawiyê de encamnameya Kongreya Yekemîn a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya bajarê Reqayê hate xwendin. Di encamnameyê de pêşxistina partiyê, belavkirina fikrên wî û şopandina rêya şehîdan hatin bibîrxistin.

ANHA


Mijarên Din