Partiya Pûtîn di hilbijartinên meclisa Moskovê de nîvê kursiyên xwe winda kirin

Partiya Rûsyaya Yekbûyî ya serwer ku Vladimîr Pûtîn endamekî wê ye, di hilbijartinên Meclisa Moskovê de ji zêdetirî nivî kursiyên xwe winda kirin.

Encamên demkî yên hilbijartinên meclisa Moskovê diyar kir ku namzetên desthilatê herî kêm 20 herêmên paytextê ku hejmara wan 45 e, winda kirin. Alîgirên desthilatê di parlemana paytextê de 38 kursî girtibûn.

Yên ku di hilbijartinan de bi ser ketin, namzetên komunîst in û 13 kursî beramberî 5’an bi dest xistin, her wiha Partiya Yabloko ya Lîberal dê bi serketina namzetê ku destek ji wan wergirtiye re 3 kursiyan bi dest bixe.

Her wiha partiya Rûsyaya Adil (CP) ku ji muxalifên Kremlînê maf dide wan, bi 3 kursiyan derbasî parlemana Moskovê bûne.

Ajansa Interfax bi bîr xist ku 9 nûnerên berê yên Yekbûyîna Rûsya nehatin hilbijartin, di nav wan de serokê Partiya li Moskovê Andrey Mitelsky jî heye ku di sala 2001’an de cara yekemîn bû ku bûbû namzet.

Kotaya beşdaran ji sedî 21,77 e û kêmekê ji hilbijartinên herêmî yên di 2014`an zêdetir e.

(eh)


Mijarên Din