Partiya Sûriyê ya Pêşerojê kongreya xwe ya herêma Firatê li dar xist

Partiya Sûriyê ya Pêşerojê kongreya xwe ya yekemîn a herêma Firatê li dar xist.

Bi diruşmeya "Sûriya demokratk ne navendî..Pêşxistina Rêveberiya Xweser û Xurtkirina QSD'ê", Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya herêma Firatê kongreya xwe ya yekemîn li hola kongreyan a bajarokê Sirînê yê başûrê kantona Kobanê li dar xist.

Kongrê bi beşdarbûna 400 kesan, jê 250 endamên partiyê û 150 nûnerên Rêveberiya Xweser hate lidarxistin.

Kongrê bi xwendina perspektîfên rêveberiya giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê dest pê kir. Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan rewşa siyasî nirxand û got, şoreşa Sûriyê ji xeta xwe ya rast derket û ket xizmeta ajnîdeyên derve. Divê şoreş vegera xeta xwe ya durist û ji bo lidarxistina kongreyeke niştimanî Sûrî kar were kirin ku armanca wê ya yekemîn hemû hêzên biyanî bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî ji Sûriyê werin derxistin.

El-Qeftan banga avakirina hikumeteke niştimanî demkî kir ku nûnertiya hemû aliyên bi nakok ên Sûriyê di diyalogên navnetewî de bike, da ku bighêjin çareseriyekê.

Piştî nirxandina rewşa siyasî, rapora rewşa rêxistinî ya şaxê herêma Firatê ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê hate xwendin, beşdaran derbarê navaroka raporê de nixandin kirin.

ji bo avakirina meclisê partiyê, hilbijartin pê hatin. Îsamîl Xalid bû serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya herêma Firatê û Emîna Xelîl bû cîgira wê.

Her wiha 23 endamên meclisê ya herêmê hatin hilbijartin.

Kongrê bi xwendina encamnameyê bi dawî bû, ku teqezî I ser yekitiya Sûriya ya navendî pirengî û parastina projeya neteweya demokratîk dike.

ANHA


Mijarên Din