​​​​​​​Partiya Sûriyê ya Pêşerojê rewşa siyasî ji şêniyên Helebê re nirxand

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Helebê civîneke girseyî li dar xist, rewşa siyasî tê nirxand û rêziknameya partiyê şîrove kir.

Civîn li parka Îstîqama ya taxa Eşrefiyê bi beşdarbûna bi dehan şênî, endamên paratî û saziyên sivîl hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre serokê şaxê Partiya Pêşerojê ya Helebê Mihemed Hecî Mustefa rewşa siyasî nirxand. Got, dewleta Tirk çeteyên biyanî derbasî Sûriyê kir û bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya netewî herêmên Sûriyê dagir kirin, şerê li hemberî kurdan hinceta sereke ya dewleta Tirkiyê ku pê herêmê dagir bike û serdema Osmaniyan careke dîn li Sûriyê vegerîne.

Mustefa diyar kir ku dewletên derve yên ku ji bo çareserkirinê mudaxleya Sûriyê kirin, ji bo berjewendiyên xwe li hesabê gel kar dikin, ji ber wê ev  10 sal in alozî didome.

Mustefa wiha domand: "Tirkiyê her herêmeke sûrî ewle dike hedef. Ji ber ku naxwaze aştî lê pêk were. Her wiha sivîlan qetil dike û direvine. Lê Tirkiyê wê teqez li hemberî îradeya gelê Sûriyê têk biçe, gel wê biser bikeve ji ber ku xwediyê erd û maf e."

Mustefa destnîşan kir ku Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ji bo dîtina çareseriyê hertim banga diyalogan li aliyên Sûriyê dike, lê ne hikumeta Sûriyê û ne jî opozisyon vê bangewaziyê nabersivîne, ji ber ku çareseriyeke aştiyane naxwaze.

Di dawiya civînê de cîgirê seroka buroya rêxistinî ya partiyê Ehmed Seydo rêziknameya partiyê xwend û bend bend şîrove kirin.

ANHA


Mijarên Din