Partiya Sûriya Pêşerojê Sûriya li Helebê meclisa ciwanan ava kir

Bi armanca birêxistinkirina ciwanan û çalakkirina rola wan di civakê de, Pariya Sûriya Pêşerojê şaxê Helebê, meclisa ciwanan ava kir.

Civîna avakirina meclisê bi dirûşma “Bi têkoşîna gelan ji bo Sûriya azad” li dar ket. Civîn li hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd li dar ket û tê de nûnerên partiyên siyasî, saziyên siyasî û ciwan amade bûn.Serokê Meclisa Pariya Sûriya Pêşerojê

ya Helebê Mihemed Hecî, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Roşîn Mûsa û hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Mihemed Şêxo axivîn.

Axaftvanan tekezî bi rola ciwanan di pêşxistina civakê de û bersivdayîna planên dagirkirin, asîmîlasyon û qirkirinê de kir.

Piştre rêziknameya meclisa ciwanan hate erêkirin û 15 endam ji bo meclisa ciwanan hatin hilbijartin.

Di dawiya civînê de meclisa ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya bajarê Helebê daxuyaniyek da û banga pêkanîna demokrasiyê li Sûriyê kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din