Partiya Yekitiya Suryanî daxwaz ji rejîmê kir ku çarenûsa Seîd Milkî eşkere bike

Desteya Rêveber di Partiya Yekitiya Suryanî daxwaz ji rejîma Sûriyê kir ku çarenûsa rêveberekî ku beriya 6 salan hate girtin, eşkere bike û di vê çaçoveyê de bang li Nûnerê NY`ê yê taybet li Sûriyê Geir Pedersen kir.

Yek ji rêveberên Partiya Yekitiya Suryanî di Tebaxa 2013`an ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê hate girtin û hîna çarenûsa wî ne diyar e.

Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryanî bi daxuyaniyekê daxwaz ji rejîma Sûriyê kir ku çarenûsa yek ji rêveberên partiyê Seîd Milkî kir ku diyar bike.

Daxuyanî wiha ye:

“Di eynî vê rojê de yek ji rêveberên Partiya Yekitiya Suryanî Seîd Milkî di dîroka 12/8/2013 ji aliyê ewlehiya rejîma Sûriyê li bajarê Qamişlo hate girtin, îro jî salvegera 6 a girtina wî ku hîna çarenûsa wî ne diyar e, di salên çûyî de rejîma Sûriyê tiştek ji rastiya çarenûsa hevalê me eşkere nekir, tenê hin gotegotên ku tu rastî û belgeyên wê tune ye diyar kirin, tevî hemû hewldanên me bi gelek rêyan me nikaribû bigihêjin rastiyê, ev bi xwe jî sûce ji hemû qanûnên navnetewî, ku ji ber nerîna xwe ya azad hate girtin. Ji ber vê yekê em hîna daxwazê ji rejîma Sûriyê dikin ku agahiyên rast der barê hevalê me Seîd Milkî bide me û bang li rêxistinên navneteweyî yên peywendîdar û birêz Geir Pedersen nûnerê NY`ê li Sûriyê dikin ku destwerdanê bike ku di dosya mirovî û dosya girtî û kesên hatine revandin de kar dike, alîkariya me bike.

Em wekî Partiya Yekitiya Suryanî teqez dikin ku em wekî berpirs û endamên wê bi armanc xwe ve girêdayî ne û têkoşîna me ji bo mafên gelê me yên Suyan, Aşûr, Kildan û hemû gelê Sûriyê di daxwazên xwe yên di destpêka şoreşê girêdayî ne, divê guhertineke demokratîk li welêt pêk were, her wiha em girîngiya aktîfkirina ked û xebatê di çareseriya siyasî li gorî biryarên NY`ê teqez dikin, her wiha tevgera dosya çareseriya siyasî û destpêkirina wê bi beşdarbûna hemû hêzên siyasî li Sûriyê, dê niyetên dewletên herêmî û taybet Tirkiyê ku gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe rawestîne, gefên wê bi tundî şermezer dikin ji ber niyetên qirêj ên rejîma Tirkiyê di berfirehkirina xwe di dagirkirina xaka Sûriyê de diyar dike, her wiha dê komkujiyan pêk bîne û gelên herêmê ku dikaribû DAIŞ`ê têk bibe û projeya Rêveberiya Xweser ku bingehê avakirina Sûriyeke demokratîk pirrengî nenavendî ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyê diparêze, bide koçkirin.

Partiya Yekitiya Sûryanî

Desteya Rêveber."

(jo)

ANHA


Mijarên Din