Partiya Yekitiya Suryan êrişa li Qamişlo û qetilkirina keşe Hosip şermezar kirin

Partiya Yekitiya Suryan êrişa li dijî bajarê Qamişlo û qetilkirina keşeyê Dêra Ermenan a Katolîk a Qamişlo Hosip Bidoyan şermezar kirin.

Partiya Yekitiya Suryan têkildarî êrişên bi erebeyên bombebarkirî yên li dijî bajarê Qamişlo pêk hatin û qetikirina keşeyê Dêra Ermenan a Katolîk a Qamişlo Hosip Bidoyan û bavê wî daxuyaniyek nivîsik da.

Partiya Yekitiya Suryan şehîdixistina keşeyê Dêra Ermenan a Katolîk a Qamişlo Hosip Bidoyan û bavê wî li ser rêya Dêrazorê ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê bi tundî şermezar kir û sersaxî ji malbat, xizim û keşeyên dêrên Ermenen a Katolîk ên herêmên Cizîrê û Firatê re xwestin. Partiyê diyar kir ku Hosip ji aliyê xelkê Qamişloyê ve bi hemû netew û mezebên wê dihat hezkirin. Her wiha. xebatên mezin ji bo hemû gelên herêmê re da meşandin.

Partiya Yekitiya Suryan her wiha êrişên ku bi erebeyên bomebarkirî li dijî sivîlên bajarê Qamişlo hatin kirin şermezar kir û diyar kir armanc sereke jê têkbirina ewlehiya herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur  û Rojhilatê Sûriyê ye û zindîkirina rêxistinên tundra, di serî de DAIŞ û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Li hemberî van rageşî û gefên li dijî gelê me em teqez dikin ku divê şerê li dijî terorê û fikirên wê û alîgirên wê werin domandin. Divê civaka navdewletî helwesteke cidî nîşan bide û hemû destwerdanên herêmî yên di Sûriyê de ku xebatên Neteweyên Yekbûyî di afirandina atmosfêreke guncaw ji bo pêkanîna aştiyê û çareseriya siyasî de asteng dikin rawestînin û ewlehiya hemû herêmên Sûriyê misoger bike."

ANHA


Mijarên Din