Partiyên Ereb: Divê hemû pêkhate beşdarî danîna destûrê bibin

Partiyên Ereb ên navçeya Tirsbespiyê destnîşan kirin ku pêwîste komîteyeke destûrî ku hemû pêkhateyên Sûriyê di nav xwe de bihewîne were avakirin. Partiyan îşaret bi girîngiya diyalogên navxweyî  ku Sûriyê ber bi prosekeke siyasî demokratîk ve bibe kirin.

NY’yê, Rûsya, Tirkiyê û Îranê di nîvê sala 2018’an ragihand ku wan ked da, ku komîteya destûrê bê avakirin. Erka komîteyê ew e ku destûra nû ya Sûriyê di destpêka 2019’an de li Cinêvê ava bike. Di van demên dawîn de hin agahî hatin belavkirin ku dê dest bi avakirina komîteyê bibe ku lêkolînê li destûra Sûriyê ya nû pêk bîne. Di vê çarçoveyê de partiyên Ereb ên li herêma Cizîrê bal kişand ser ku pêwîste di komîteya destûrê de tevahî nûnerên pêkhateyên Sûriyê hebe.

Partiya Nûjen û Demokratîk û Desteya Neteweyî ya Erebî dibînin ku çareserkirina pirsgirêka Sûriyê bi rêya danîna destûreke nû ku hêviyên hemû pêkhateyên Sûriyê pêk bîne, pêkane. Her wiha jî divê ev destûr ji hêla kesên netewparêz ve, dûrî destwerdana derve bin, bi taybet "dewletên garantor" ên ku aloziya Sûriyê kûrtir dikin ve were danîn.

Endamê Desteya Navendî ya partiya Nûjen û Demokratîk ya Sûriyê Îbrahîm El-Selac diyar kir ku piştî diyalogên Cinêv, Vienna û biryar Meclisa Ewlehî ya 2254 ya der barê Sûriyê de ya bi naveroka veguhastina siyasî li Sûriyê û avakirina komîteya destûrê, diyalog dest pê kir lê bê encam bûn. El-Selac wiha domadn: "Tevahî kedên ku bi mebesta veguhastina siyasî li Sûriyê hatin dayîn têk çûn, sedama vê têkçûnê îsrara rejîma Sûriyê di siyasetên xwe de û destwerdana yekser a Rûsya di diyalogan de ne."

El-Selac diyar kir ku nîqaşa li ser komîteya destûrê piştî binkeftina veguhastina siyasî ya li Sûriyê hat û wiha anî ziman: "Heta vê kêliyê tu gavên cidî der barê mijarê de tune ne. Sedema vê jî dewletên garantor ên di dosyeya Sûriyê de ne. Ji ber ew hêza mezintirîn li Sûriyê paşguh dikin an ku pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Çi komîteyeke destûrê bêyî nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tu pêşeroja wê tune ye."

El-Selac hêvî kir ku komîteyeke destûrî ji bo veguhestina çareseriya siyasî were avakirin ku karibe pirsgirêka siyasî çareser bike, civakek demokrat û azad li ser bingeha pirrengiya siyasî, fikrî û etnîkî ava bike.

Dewletên garantor hewl didin destûrekê li gor berjewendiyên xwe amade bikin

Rêvebera Desteya Neteweyî ya Erebî Mawa Mihemed El-Wehiş da zanî ku civînên li Astana û Sochi li dar ketin, nûnertiya gelê Sûriyê nakin û wiha axivî: "Ev civîn ji ber pêkanîna berjewendiyên van dewletan li ser xaka Sûriyê û kûrkirina aloziyê, pêk hatin."

Mawa El-Wehiş diyar kir ku dagirkirina Tirkiyê ya xaka Sûriyê nîşaneya vê yekê ye û armanc jê jî dijwarkirina aloziya Sûriyê ye. Her wiha îşaret pê kir ku dewletên garantor hewl didin destûra Sûriyê li gor berjewendiyên xwe forme bikin û ne li gor berjewendiyên gelê Sûriyê.

Rêvebera Desteya Neteweyî ya Erebî got çareserî li Sûriyê divê bi rêya diyaloga sûrî-sûrî dûrî destwerdana derve pêk bê û divê destûra Sûriyê li gor nêrînên gelê Sûriyê û fedekariyên ku ji azadî û rûmetê dane, bê avakirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din