Partiyên Kurd li Qamişlo civiyan

Li Qamişlo partiyên Kurd ên Rojava ji bo nîqaşkirin û nirxandina serdana dawîn a nûnerên partiyan ji başûrê Kurdistanê re û hevdîtinên wan bi alî û partiyên Kurdistanî re civiyan. Tê payîn ku encama serdanan û nirxandina wan bi daxuyaniyekê ji raya giştî re were eşkerekirin.

Nûçegihanê me ji bajarê Qamişlo ragihand ku nûnerên partiyên siyasî yên Kurd niha li navenda Tevgera Civaka Demokratîk a li bajêr civînekê li dar dixin. Civîn bi armanca nîqaşkirin û nirxandina serdanên şandeya partiyên Kurd ji başûrê Kurdistanê re li dar dikeve.

Li gorî çavkaniyek ji hundirê civînê de ji nûçegihanê me re diyar kir, dê encamên serdanên partiyên Kurd ji başûrê Kurdistanê re piştî bidawîbûna civînê ji raya giştî bi daxuyaniyekê werin eşkerekirin.

Partî û hêzên siyasî ku niha di civînê de ne ev in: Partiya Yekîtiya Demokratîk, Kesek a Kurdistanê, Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Nûkirin a Kurdistanê, Partiya Roj, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Yekîtî ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Dermokratîk a Kurd li Sûriyê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê –Partî, Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê, Partiya Komonîst a Kurdistanê, Partiya Kombûna Niştîmanî ya Kurdistanê, Yekîtiya Libîral a Kurdistanê, Partiya Kedkarên Kurdistanê, nûnerên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê û Tevgera Civaka Demokratîk.

(şx)

ANHA


Mijarên Din