Partiyên Kurdî êrîşên Tirkiyê yên li ser Başûr şermezar kirin

Partiyên Kurdî yên îro li bajarê Qamişlo li hev kom bûn, êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin  û banga rêgirtina li ber binpêkirinên Tirkiyê kirin.

Partiyên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê bi mijara êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li bajarê Qamişlo li hev kom bûn. Beşdaran bang li hikûmeta Sûriyê û Iraqê kirin ku li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê û binpêkirinên xaka herdu welatan helwesta xwe diyar bikin.

Civîn bi daxuyaniyeke devkî ji aliyê Sekrtêrê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekitî) Mustefa Meşayix ve hate dayîn. Meşayix mijarên di civînê de hatin nîqaşkirin, eşkere kir.

Meşayix di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku wan êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Kurdistanê şermezar kirin û wekî şerên maf û destkeftiyên gelê Kurd bi nav kirin û wiha got: "Tevî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya aştiyê bi dewleta Tirk re da destpêkirin, lê Tirkiyê di kuştina sivîlên Kurd, wêrankirina gundan bi hinceta şerê li hemberî Hêzên Parastina Gel didomîne."

Mustefa Meşayix bang li hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê kir ku li hemberî êrîşên Tirkiyê û binpêkirina xaka Iraqê helwesta xwe diyar bikin. Her wiha bang li rêxistinên mirovî kir ku bêdeng nemînin.

Meşayix, her wiha bal kişand li ser rewşa Efrînê û binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên der heqê sivîlan û wekî binpêkirin û destwerdana xaka Sûriyê bi nav kir. Meşayix ji rejîma Sûriyê xwest ku ji bêdengiya xwe ya ji bo hebûna Tirkiyê li ser xaka Sûriyê derkeve.

Mustefa Meşayix her wiha got: "Em rêz û hirmetê ji dewleta Tirk re digirin, lê ew şerê mafê gelê Kurd dike."

Tê payîn ku dê partiyên Kurdî daxuyaniyek fermî li ser encamên civînê ji bo raya giştî re bidin.

ANHA


Mijarên Din