Partiyên siyasî kiryar û binpêkirinên dewleta Tirk şermezar kirin

Partiyên siyasî yên herêma Efrînê bang li civaka navneteweyî kir ku komîteyeke ava bike da ku der barê binpêkirin û kiryarên dewleta Tirk li Efrînê, lêpirsînê bike.

Partiyên siyasî li Kampa Vegerê ya li gundê Ziyaret ê navçeya Şêrawa ya Efrînê kom bûn û bi daxuyaniyekê kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê, bi taybet li dijî jinan şermezar kirin.

Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, MSD`ê, Hevgirtina Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê rêvebera Komîteya Jinan a Meclisa Kantona Efrînê Sûreya Mustefa ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Herêma Efrînê ji Adara 2018`an ve û heta van kêliyan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi hemû komên terorîst rastî kiryarên hovane tê. Revandina jinên Kurd û komkirina wan di navendên çeteyên terorîst de ne li gorî nirx û pîvanên mirovahiyê ye. Her wiha jin di aliyê cîhanî de tê binpêkirin. Di heman demê de tê wateya derbeyeke ji jinên kurd ên serkêş re. Jinên ku şoreşa mirovahiyê bi rêve bir. Armanca wan ji vê yekê ku îradaya jina kurd a azad bişkîne. Ev yek diyar dike ku ew ji nirxên mirovahiyê pir dûr in. Dîroka Tirkiyê di vî alî de reş e. Kiryarên bi vî awayî binpêkirinên hovane ên Osmaniyan tîne bîra mirov ku ew jî kiryarên qirêjî yên ku tenê tirsonek pê radibin

Em wek partiyên siyasî yên herêmên Şehbayê kiryar û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Efrînê şermezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku rola xwe di parastina nirx û pîvanên mirovahiyê de pêk bîne, zextê li dewleta Tirk bike da ku ji herêmên Sûriyê yên dagirkirî vekişe û şênî li warê xwe vegerin.

Em bang li civaka navneteweyî dikin ku komîteyeke navneteweyî ava bike da ku der barê sûcên şer û koçberkirina bi darê zorê li Efrînê û herêmên din ên Sûriyê yên dagirkirî, lêpirsînê bike."

bx

ANHA


Mijarên Din