Partiyên Siyasî: Li dijî faşîzmê yekrêz bin

Partiyên siyasî yên li herêma Cizîrê bang li hemû hêzên siyasî, rêxistinên sivîl ên cîhanê û derdorên aştîxwaz kir ku li dijî sîtemkariya Erdogan û hikumeta dagirker a faşîst yekrêz bin û daxwaz ji gel kir ku asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Li dijî desteserkirina şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê ku ji hêla hikumeta AKP ve hate desteserkirin, Partiya Biratiya Kurdistanê, Partiya Komarî ya Kurdistanê li Sûriyê, Partiya Yekitiya Nîştimanî Azad, Partiya Têkoşîna Demokratîk û Partiya Demokratî Kurdistanê-S daxuyaniyeke hevbeş ji raya giştî re eşkere kir.

Daxuyaniya partiyên siyasî wiha ye:

"Îdiayên aloziya dawîn fikrên muxalifên hikumeta AKP’ê eşkere kir. Nîşana vê yekê jî vegera qada leşkerî, kêmkirina rûbera serweriyê îsbata desteserkirina neteweyî û şovenîstî kir, her wiha tengaviyên fikrê nîjadperestî û rêolî jî kir, jixwe ev yek jî di şerê ku muxalîf heta niha dimeşînin de çek e û rê li pêşiya çareseriya aloziyê digire.

Di encamê de li ku dibe bila bibe, ev hemû dikevin xizmeta kuştina mirovahiyê û nîşana vê yekê jî topbarana herêmên Kurdan li Başûrê Kurdistanê, komkirina hêzên xwe li ser sîronê Sûriye-Tirkiyê û armanckirina sivîlan e.

Rewşa heyî têrê dike ku mirov bigihîje rastiyekê ku ew jî aloziyên Tirkiyê tenê bi avakirina proseya siyasî pêkan e. Li ser vî esasî em bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên cîhanê û dewletên azadîxwaz dikin ku li dijî fikrên terorîstan yekrêz bin û rê li pêşiya sîtemkariya hikumeta faşîst a dagirker bisekinin û bang li gelê Kurd dikin ku asta têkoşîna xwe xurttir bikin.

Bijî nameya gelê me, şehîd namirin, na ji dîktatoran re.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din