Partiyên Yekitiya Nîştimanî: Bi hebûna Tirkiyê re aloziya Sûriyê çareser nabe

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd kiryarên dewleta Tirk ên ku li kantona Efrînê pêk anîne şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku dawiyê li dagirkeriya dewleta Tirk bîne.

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd bi daxuyaniyekê bang li rêxistinên parastina mafên jinan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî eşkere bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên cîhanê hîn jî li dijî gelên Kurdên li Sûriyê planên xwe dimeşîne, nexasim li herêmên dagirkirî yên wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Tirkiye bi armanca guhartina demografiya dîrokî ya van herêman qetilkirin, talankirin û îşkencekirina sivîlan pêk tîne û navên dever saziyan dikin tirkî.

Di heman demê de em kiryarên hovane şermezar dikin û ji raya giştî ya Kurd, nîştimanî û cîhanî re piştrast dikin ku heta artêşa Tirk li ser xaka me be dê aloziya Sûriyê çareser nebe, di heman demê de erd û namûsa me ye, ne cihê bazaran e, lewma em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku artêşa Tirk ji xaka me derxin, zilma li ser tevahiya gelan rakin û bang li rêxistinên parastina mafên jinan dikin ku divê bi erka xwe rabin û binpêkirinên li dijî jinan li pêşberî dadgehên navneteweyî eşkere bikin.

Li ser esasê berpirsyariya neteweyî û dîrokî ya ku wekî hêzeke siyasî û di vê qonaxa hesas de dikeve ser milê me û gelên me jî bi armanca pêkanîna armancên xwe tê dikoşin, em dubare dibêjin divê yekitiya neteweyî ava bibe, ji ber baştirîn karê em pê xizmeta gelê xwe bikin; yekitî ye û ev jî dibe garantiya pêşeroja me.”

(eh)


Mijarên Din