Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd komîteyeke peywendiyan ava kir

Telal Mihemed diyar kir ku 25 partiyên di nava Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd de ji bo peywendîdanîna bi hemû hêz, partî, rêxistinên siyasî û kombûnên kurdî re komîteyek ava kiriye.

Duh 25 partî û tevgerên siyasî yên Rojava bi navê ‘Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd’, sîwaneke siyasî bi armanca yekkirina refa kurdî ava kirin.

Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê jî yek ji wan partiyan e. Di vê der barê de, hevserokê partiyê Telal Mihemed ji ANHA`yê re axivî û wiha got: "Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi armanca yekkirina helwest û refa kurdî li Rojavayê Kurdistanê û yekkirina xîtaba kurdî li Sûriyê li gel guhertinên li herêmê, însiyatîfek dest pê kir. Piştî wê însiyatîfê gelek hevdîtin di navbera hêz û partiyên kurdî de pêk hatin."

Telal Mihemed li ser sîwana ku partiyên siyasî bi navê ‘Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd’ ava kirine, wiha got: "Ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî, dê têkiliyê bi partî, hêz û rêxistinên li herêmê re deyne."

Telal Mihemed bi bîr xist ku armanca sereke di vê qonaxê de yekkirina ref û xîtaba kurdî li Sûriyê ye. Her wiha diyar kir ku wan komîteyek ji 7 kesan ava kir û erka wê ew e ku bi navê 25 partiyan peywendiyê bi hemû partî û rêxistinan re deyne ku di nava wan de Meclisa Nîştimanî ya Kurd jî heye. Her wiha dê di hemû civîn û çalakiyên ji bo pêkanîna yekitiya nîştimanî de, nûnertiyan her 25 partiyan bike.

Mihemed piştrast kir ku dê bêyî cudahî, bi hemû partiyan re bikevin têkiliyê.

Tê payîn ku di rojên pêş de komîte dest bi karê xwe bike.

(cx)

ANHA


Mijarên Din