Parêzer û dayikên aştiyê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ê têkoşînê bidomînin

Parêzeran diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker vê qanûnan binpê dike û mafê hêviyê yê rêber Abdulah Ocalan asteng dike.Her wiha dayikên aştiyê yên li Helebê jî diyar kir ku tecrîd û şerê dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê bi hev ve girêdayî ne.

Dewleta Tirk eşkere ragihand ku rêber Abdullah Ocalan ji ʹʹmafê hêviyêʹʹ bêpar e.

ʹʹMafê hêviyêʹʹ; amadekirina şert û mercan ji girtiyê cezayê muebetê ye da ku dibe rojekê serbest bê berdan. Ev maf cara yekê di salên 70`î  yên sedsala borî de li Almanyayê hat derxistin.

Li aliyekî din li gelek dewletên endamên Meclisa Ewropayê de cezayê darvekirinê betal bû û cezayên muebetê derketin pêş.

Piştî ku rêber Abdullah Ocalan sala 1999`an  radestî rejîma Tirk hate kirin, di sala 2004`an de qanûnên cezayê yên Tirkiyê hatin guhertin. Li şûna darvekirin, cezayê muebetê û cezayên herî giran hatin pêkanîn.

Li gorî parêzera rêber Abdullah Ocalan Newroz Ûysal li Tirkiyê, helwesteke qanûnî heye ku guh nade ʹʹmafê hêviyêʹʹ û ne li gorî rûmeta mirov e bi taybet li gel ku doza tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan derket pêş, ruxmî ku tê zanîn ku ʹʹmafê hêviyêʹʹ, derfetê dide girtî ku piştî demeke diyar yan jî bi rêya sûdgirtina ji efûyekê, dikare serbest bê berdan.

Dewleta Tirk ji bo zextên xwe yên girankirina tecrîdê rewa bike, pişta xwe dide ʹʹCezayên displînêʹʹ. Di Îlona 2018`an de bi hinceta kirina werzîşa meşê, desthilata Tirk ʹʹcezaya displînêʹʹ li rêber Abdullah Ocalan bir ku di 14`ê Îlona heman salê de hevdîtina bi malbatê re heta 3 mehan qedexe kir. Bi vî awayî birîna cezayan berdewam kir bêyî ku tu saziyeke hiqûqî ya navneteweyî helwestekê li hemberê nîşan bide.

Der barê tecrîdê û bêparhiştina rêber Ocalan ji ʹʹmafê hêviyêʹʹ, endamên Yekitiya Parêzeran a Qamişlo û herêma Cizîrê ji ajansa me re axivî.

Parêzer Mihmed Xelo tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan nirxand û wiha got: “23 sal di ser dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan re derbas dibin. Tecrîda li ser Rêbertî û şerê vê demê ne dûrî hev in, di qanûnên navneteweyî de mafê hemû girtiyan heye ku parêzerên xwe bibînin. Lê em dibînin ku tecrîda li ser Rêbertî ne qanûnî ye. Em wek parêzer her tim dikevin hewldanan ku rêberê xwe azad bikin.

Endamê Yekitiya Parêzeran a Qamişloyê Mihemed Tahir Qendîl jî têkildarî mijarê got: “Tecrîda li ser Rêbertî nayê qebûlkirin. Rêber Ocalan ne tenê rêberê gelê Kurd e. Banga biratiya gelan dike, ji ber vê yekê komplo li dijî wî pêk anîn. Di sala 1999’an de Rêbertî hat girtin, rewşa wî di girtîgeha Îmraliyê de ne baş e. Divê saziyên mafên mirovan vê tecrîdê qebûl nekin. Me têkiliyên xwe bi gelek parêzeran re danîne ku ew jî tevî banga me ya ji bo azadiya Rêbertî dibin."

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Qamişloyê parêzer Xefran Xelaf li ser rewşa rêber Abdullah Ocalan axivî û got: “Em wek parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tecrîda li ser Rêbertî şermezar dikin. Rêbertî ji ʹʹmafê hêviyêʹ bê par dihêlin, kesên girtî ku 20 sal di zindanê  debimînin û temenê wî di ser 70 salî re be, dikare sûdê ji vê qanûnê bigire. Lê em dibînin dewleta Tirk vî mafî nade û hemû qanûnên din jî binpê dike. Li vir jî dewleta Tirk rûyê xwe yê faşîst nîşan dide û tecrîdeke girankirî li ser rêber Apo ferz dike.ʹʹ

Her wiha endama Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê parêzer Nesrîn Osman jî got: “Em hemû dizanin Abdullah Ocalan di encamê komployekê de hat girtin û radestî dewleta Tirk kirin. Gelek kiryarên nebaş wekî îşkencekirina derûnî li ser rêber Apo hatin kirin. Ev kiryarên dewleta Tirk binpêkirina biryarên navneteweyî yên mafên mirovan in. Fikr û felsefeya Abdullah Ocalan ne ji bo gelê Kurd tenê ye, ji bo hemû cîhanê ye.

Nesrîn Osman wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çi ji me bê xwestin ji bo parastina Abdullah Ocalan, em ê bikin. Dê têkiliyên me bi rêxistinên derve re hebin ku rewşa rêber Apo nas bikin.

Di heman çarçoveyê de, dayikên şehîdan û aştiyê yên Helebê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin.

Dayika şehîd Şêrwan, Rexda Remadan ku ji dayikên aştiyê ye êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: “Biçûk, mezin, ne xema dewleta Tirk a dagirker e. Dewleta Tirk bêyî rehmê komkujiyan li dijî biçûk û mezinên me pêk tîne.”

Rexda Remadan balkişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Efrînê û got: “Bi zanabûn êrişî Efrîn kir da ku şêniyên wê koçber bike. Em ji bilî aştiyê tiştekî din naxwazin. Ji ber ku me şerê tu aliyekê nekiriye, sûcên herî hovane li dijî me pêk tînin.”

Rexda Remadan îşaret bi daxwazên rêber Abdullah Ocalan kir ku aştî li cîhanê belav bibe û got: “Rêber Abdullah Ocalan banga azadiya gelan, demokrasî, biratiya gelan û aştiyê dike. ji ber wê dîl hate girtin. Zordest aştiyê naxwazin.”

Her wiha Rexda Remadan ev li gotinên xwe zêde kir:ʹʹ Yên ku Roja Aştiyê ya Cîhanê diyar kirine, wateya wê nizanin. Tevî hemû sûcên li dijî herêmê pêk tên, tercrîda li rêber Abdullah Ocalan ku sembola aştiyê ye tên kirin, lê dîsa jî bêdeng in. Gelo aştî li ku ma? Ma gelo wateya aştiyê ma?"

Rexda Remadan bang li rêxistinên ku banga aştiyê dikin kir ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker bigirin û rêber Abdullah Ocalan derbest bê berdan.

Endama Komîteya Dayikên Aştiyê Nûra Hisên jî têkildarî mijarê got: “Divê rêber Abdullah Ocalan di nav me de bijî, ne di navbera 4 dîwaran de li gireveke dûr be. Rêxistinên ku banga aştiyê dikin, tu helwestî li hember dagirkeriya Tirk nîşan nadin.”

Nûra HIsên wiha domand: “Ji mafê rêber Ocalan e ku di nav me de be. Ji mafê me ye em jî xêrê û aştiyê bi hebûna wî bibînin. Lê ji 24 salan ve em rûyê Serok rûyê aştiyê nedîtiye.”

Nûra Hisên balkişand ser komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe yên li dijî herêmê pêk tîne û teqezî bi berdewamkirina têkoşîn û berxwedan da û got: “Ruxmî komkujiyan em ê serbilind bin, heta nefesa dawî ji bo aştiyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan em ê tê bikoşin.”

Dayik şehîd Hemûdê ku endameke Dayikên Aştiyê ye Emîne Esaf got: “Serokê me mafê kesekî nexwariye. Berovajî wê, fikrê aştiyê ragihand û hewl da li cîhanê belav bike. Ji 24 salan ve di zindana dewleta herî zêde dijî aştiyê de dîl girtî ye.”

Emîne Esaf anî ziman ku gelê Kurd dixwaze mîna gelên cîhanê di nav aştî û ewlehiyê de be, ne biçûk û ne jî mezin ji êrişên dagirkeriya Tirk nafilitin.

Emîne Esas di dawiyê de got: "Divê dewletên aştîxwaz, bi me re bin û li hember êrişên li dijî me tên kirin piştgiriya me bikin.”

ANHA


Mijarên Din