Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cara 14'an serlêdan kir

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ku herî dawî di 7'ê Tebaxê de pê re hevdîtin pêk anîbûn, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, cara 14'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, cara 14'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ocalan, piştî 8 salan di 2'ê Gulanê, 22'ê Gulanê, 12'ê Hezîranê, 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de bi parêzerên xwe Rezan Sarica û Newroz Ûysal re hevdîtin pêk anîbû.

Ji 7'ê Tebaxê ve destûr nayê dayîn ku parêzerên Ocalan pê re hevdîtin pêk bînin.


Mijarên Din