Parêzer ji Îmraliyê vegeriyan

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind dimîne, Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî di saetên sibê de çûn Îmraliyê di saetên êvarî de vegeriyan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Uysal, bi armanca bi Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind dimîne re hevdîtin bikin serê sibê çûn Îmraliyê.  Buroya Hiqûqêya Asrinê li ser hesabê twitterê agahî da û got: “Parêzerên Buroya me Prz. Newroz Uysal û Prz. Rêzan Sarica îro (12.06.2019) bi boneya bi muvekkîlê me  Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin ber bi Grava Îmraliyê ve bi rê ketin. Em Cemaweriyê agahdar dikin." Parêzer piştî di saetên sibê de çûn Îmraliyê, ji Îmraliyê vegeriyan.”

 


Mijarên Din