Parêzerê Ocalan: Der barê hevdîtinê de ji me re tiştek nehate gotin

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul diyar kir ku qedexeya hevdîtinê ya li ser parêzeran a bi Ocalan re hatiye rakirin. Parêzerên Ocaln jî destnîşan kirku divê Wezareta Dadê li gorî daxuyaniya xwe bi erka xwe rabe.

Wezîrê dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul diyar kir ku qedexeya li ser parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, hatiye rakirin. Gul got: “Biryara qedexeya li ser hevdîtina parêzeran hatiye rakirin û derfetên hevdîtinê hatin dayîn."

Ji parezêrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got divê wezîrî dadê bi erka xwe rabe.

Bîlmez diyar kir ku têkildarî daxuyaniya wezîrê dadê Abdulhamit Gul tu agahî nedane wan û got: “Daxuyaniya wezîrê dadê jixwe ne nû ye, 2’yê Gulanê dadgehê biryara qedexeya hevdîtinan rakiribû. Lê tekildarî serdana hevdîtinan tu bersiv nedihat dayîn.”

Îbrahîm Bîlmez destnîşan kir ku wan piştî 2’yê Gulanê jî ji bo ku îro bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serlêdan kiriye lê belê bersivek hilnedane û wiha lê zêde kir: “Divê wezîrê dadê li gorî daxuyaniya xwe bi erka xwe rabe.”


Mijarên Din