Parêzeran: Divê çeteyên Tirkiyê bikevin lîsteya terorê

Ji ber sûcên wê  yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê parêzeran banga xistina "Artêşa Wetenî ya Sûrî" nava lîsteya terora ya navdewletî kirin.

Tevî hevpeymana agirbestê artêşa Tirk a dagiker peymanên navdewletî binpê dike û êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.

Dagirkeriya Tirk di êrişên xwe yên li dijî herêmê de, çeteyên DAIŞ, Cebhet El-Nusra û "Artêşa Wetanî ya Sûrî" xistiye dewrê, ku bi heman rêbazê DAIŞ‘ê komkujiyan li dijî sivîlan pêk tînin.

Der barê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, girêdayî wê nêzîkatiyên qanûnên navdewletî ji van sûcan re, ajansa me hevdîtin bi çend parêzerên navçeya Dirbêsiyê re çêkir.

Parêzer Heysem Bekir got, êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevpeymanên NY û qanûnên navdewletî re bi nakok e û wiha parve kir: "Li gorî qanûna NY`yê ya ku di sala 1945`an amaje kir sedem çi dibe bila bibe, nabe dewletên cîran sînorên dewleteke din derbas bike. Li ser vî esasî divê NY`yê der barê binpêkinên ji hevpeymanê re hesab ji dewleta Tirk bixwaze."  

Heysem Bekir diyar kir ku li gorî qanûnên navdewletî êrişên dewletekê li dijî dewleteke din dikeve warê "Sûcên şer" û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Li gorî şertên sûcên şer ên di hevpeymana navdewletî de hatine rêzkirin, divê hêzên cîhanî destwerdanê bike û êrişên dewletekê yên li dijî dewleteke din e qedexe bike, her wiha bikaranîna çekan û dagirkeriya rûbereke ji xaka wê, an jî piştgiriya koman bi çekan û şandina ber bi herêmên din e divê qedexe bike. Li ser vî esasî divê hesab ji dewletên ku destekê didine van koman bê xistin û li pêşiya dadgeha adaleta navdewletî werin cezakirin."

Her wiha Heysem Bekir bi bîr xist ku îdîa û hincetên dewleta Tirk a dagirker ku xwe dispêre hevpeymana NY`yê anku madeya 51 û parastina xwe li vî esasî dike, bê bingeh e û got: "Li gorî madeya 51 mafên dewletê parastina xwe ji êrişan bike, lê belê di rastiyê de dewleta Tirk ji destpêka Şoreşa Sûriyê ve ji aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ti êriş li ser xaka Tirkiyê nehatine, QSD`ê heta niha yek gule li aliyê sînorê Tirkiyê ne teqandiye."

Parêzer Heysem Bekir bal kişand ser ku artêşa Tirk û çeteyên wê li herêmên ku dagirkirine guhartina demografî pêk tînîn û ev yek bi "Jînosidê" bi nav kir û wiha pê de çû: "Dema ku dewletek sînorê xwe derbas bike, ji mafê dewleta beramber e ku parastina xwe bike û ev a tişta ku QSD`ê heta vê kêliyê dike, di heman çarçoveyê de ji mafên dewleta Sûriyê ye û pirsgirêkên xwe bîne ser maseya Meclisa Elwekariya Navdewletî, ji ber dadgeha navdewletî nikare dozê veke heke Meclisa Ewlekariya Navdewletî pirsgirêkê fermî radest wê neke."

Heysem destnîşan kir ku "Divê dewleta Sûriyê pirsgirêkê pêşkêşî Meclisa Ewlekariya Navdewletî bike û amaje bi zêdegaviyên artêşa Tirk ên li dijî xaka Sûriyê bike, kir da ku meclis bi erka xwe rabibe û cidî êrişên artêşa Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire, bi vî awayî rejîm dikare dewleta Tirkiyê ji xaka Sûriyê derxîne."

Di dawiyê de parêzer Heysem Bekir bi bîr xist ku cîgirê giştî dikare lêpirsînê veke, lê bi şertê ku Meclisa Ewlekariyê doza lêpirsînê radestî wê bike û ji aliyê 30 dewletên ku hevpeymana NY`yê mohkirine were şandin, da ku dozê li dijî Tirkiyê vekin. Heysem wiha pave kir, "Tirkiyê li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujî pêk anî, ji ber vê yekê heke dewletên navdewletî bi erka rabin divê hesab ji Tirkiyê bixwazin û li gorî qanûnên navdewletî wê ji xaka Sûriyê derbixînin."

Her wiha parêzer Hemîd Umer jî axivî û hovîtiya sûcên der heqê sekretêra giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef de anî ziman û got: "Hevrîn Xelef siyasî bû û artêşa Tirk bi awayekî hovane ew şehîd xistin, ev jî li dijî qanûnên navdewletî ye."

Hemîd îşaret bi kiryara çeteyên "Artêşa Wetenî ya Sûrî" ya qetilkirina siyasetmendara Kurd Hevrîn Xelef kir û got, "Heke dewletên nadewletî bi wîjdan beramberî şehîdxistina siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef bisekine, divê wan artêşa Wetenî ya ku derbasî herêmê bûye bixe lîsteya terorê ya navdewletî de û hesab ji Tirkiyê bixwazin ku piştgiriya wan koman dike."

Hemîd bal kişand ser ku divê NY`yê careke din li hesabên xwe vegere û got: " Komkuniyên li dijî sivîlan pêk tên nayên veşartin û li dijî herêm binpêkirinên navdewletî têne kirin û raya giştî serwext e, ji ber vê yekê dem dema hesabxwestina wan çete ye û xistina nava lîsteya terorê ye."

Têkildarî guhartina demografiya herêmê Hemîd wiha dom da axaftina xwe "Koçberiya bi darê zorê dikeve nava sûcên şer û qirkirina gelan, ji ber kesên ji malên xwe koç dibin û ne li gorî qanûnên navdewletî be, ji mafên wê dewletê ye ku parastina welatiyên xwe bike û divê rejîma Sûriyê li ser esasê hemwelatîbûnê hesab bixwaze."

Di dawiya hevdîtinê de herdu parêzeran girîngiya xistina komên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike di nav koman de "Artêşa Wetanî ya Sûrî" nava lîsteya terorê destnîşan kir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din