Parêzeran ji bo Ocalan bang li Rêxistina Efûyê kir

Bi armanca eşkerekirina kiryarên derqanûnî yên dewleta Tirk, ferzkirina cezayan û mîsogeriya jiyana rêber Ocalan, Meclisa Edaletê û Yekitiya Parêzeran a herêma Firatê bang li Rêxistina Efûyê û rêxistinên mafên mirovan kir.

Der barê şewata li girava Îmraliyê de ku rêber Abdullah Ocalan tê de dîlgirtî ye, Meclisa Edaletê û Yekitiya Parêzerên a Herêma Firatê daxuyaniyeke hevbeş da. Daxuyanî li pêşiya meclisa bajarê Kobanê ji aliyê endama Meclisa Edaletê ya Herêma Firatê Nebîl Çawîş ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a tûranî hîn jî qanûnên navdewletî, mafên mirovan ên têkildarî girtiyên siyasî binpê dike, nexasim der heqê Rêbertî de ku ji bo gelê Kurd nîşana têkoşîna bidestxistina mafên xwe yên rewa ye.

Hikumeta Tirk li dijî Rêbertî tecrîd ferz kir, nahêle parêzer serdana rêber Ocalan bikin, li gel vê yekê Rêbertî ji mafên qanûnî yên têkildarî girtiyên siyasî bê par kir û rewşa tenduristiyê ya Rêbertî paşguh kir. Lê hêj dewleta Tirk kiryarên xwe berdewam dike, duh agir bi derdora girtîgehê xist û jiyana rêber Ocalan xist tahlûkeyê.

Dewleta Tirk a faşîst ku dîktator Erdogan serkêşiya wê dike, selametiya Rêbertî berpirsyariya dewleta Tirk a faşîst e, di heman demê de nêzîkatiyên dewleta Tirk bi Rêbertî re ne wekî dîlgirtiyekî şer e yan jî wekî girtiyekî ye, lê belê ji çarçoveya qanûnên navdewletî derketiye.

Ji ber vê yekê em bang li Rêxistina Efûyê û rêxistinên mafên mirovan dikin ku kiyarên dewleta Tirk ên derqanûnî eşkere bikin, cezayan li dijî dewleta Tirk ferz bikin, pabendiyê bi qanûnên navdewletî bike û garantiya jiyana Rêbertî bide.

Di heman demê de bang li Dadgeha Edaletê ya navneteweyî dikin ku Erdogan wek sûcdarê şer ragihînin û ji ber bi hezaran sûrî bûne qurbanî, nexasim gelê Kurd û demografiya herêmê guherî, nexasim li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî, divê wekî serkêşê terora cîhanî were binavkirin.

Dîrok dê Erdogan û hevalbendên wî efû neke."

(eh)

ANHA


Mijarên Din