Parêzerên Dirbêsiyê: Divê çeteyên DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin dadgehkirin

Parêzerên navçeya Dirbêsiyê diyar kirin ku ew ti biryarên girêdayî darizandina çeteyên DAIŞ`ê  derveyî xaka Sûriyê qebûl nakin û gotin: “Divê çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin darizandin, ji ber ku hêzên herêmê DAIŞ tune kirin.”

Hindek dewletên Ewropayê pêşniyar kir ku ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê ku niha li cem QSD`ê girtine, dadgehek navdewletî li Iraqî were avakirin.

Wezîra edlê ya Firasayê Nicole Beloupe ragihand ku wê mijara avakirina dadgehek navdewletî li Iraqê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî bi gelek dewletên Ewropayê re nîqaş kiriye. Her wiha ev mijar li ser asta Ewropayê bi hejmarek wezîrên hundirîn û edlê re taybet ji Almanya, Spaniya û Îtaliyayê hatiye pêşkêşkirin.

Têkildarî mijarê parêzerên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê pêşniyar û biryarên dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê li derveyî sînorên Sûriyê dadgehkirind  kirin.

Parêzer Heysem Bekir got: "Em ti biryar an jî pêşniyarên girêdayî dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê derveyî xaka Sûriyê qebûl nakin. Ji ber ku gelê Sûriyê bibû şahidê hovantirîn sûcên çeteyên DAIŞ`ê.”

Bekir destnîşan kir ku ji aliyê qanûnî ve divê her kesek li ser xaka ku sûc lê kiriye were darizandin û wiha domand: "Ev qanûna "Cih" ku sûcdar li cihê ku sûc kiriye were darizandin. Ji ber wê divê çeteyên DAIŞ`ê li ser xaka Sûriyê werin darizandin. Ji ber ku gelê Sûriyê ji gelên din ê herî zêde rastî zulm û çewisandinê ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve hatiye. QSD`ê jî hêza tekane ye ku li hember çeteyan li ber xwe da û hişt cîhan di nav ewlehî û aramiyê de be."

Di dawiyê de Bekir tekez kir ku wek parêzer dê banga avakirina dadgehek navdewletî li ser xaka Sûriyê bi taybet li Bakur û Rojhiolatê Sûriyê bikin û wê mijarê nîqaş bikin.

Parêzer Welaa El-Elî got: "Avakirina dadgehek navdewletî derveyî xaka Sûriyê, qanûnên navdewletî binpê dike. Eger dadgehek navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ava bû, dê bi hezaran jin, zarok û şênî bibin şahidê komkujî û binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê li ser wan dane meşandin.”

(şx-bm)

ANHA


Mijarên Din