Parêzerên Ereb banga darizandina Erdogan li dadgehên navdewletî kirin

Malpera El-Erebiye Net a siûdî ragihand ku buroya daîm a Yekitiya Parêzerên Ereb ji ber êrişa Tirkiyê ya domdar ên li ser Sûriyê ji 2011`an ve û heta niha biryara dadgehkirina serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan li cem dadgehên navdewletî yê neteweyî daye.

Buroyê di civîneke awarte de ku rojên Şemî û Yekşemê li paytexta Misirê El-Qahîre hatiû lidarxistin, biryar da ku li cem dadgeha navdewletî dozên din der heqê serokkomarê Tirkiyê ji ber sûcên şer li Sûriyê û sûcên li dijî mirovahiyê yên ku li dijî gelê Sûriyê pêk anîne veke.

Di civînê de buroya daîm a ku nûnertiya tevahiya sandîqeyên parêzeran a cîhana erebî dike bang li tevahiya rêxistinên hiqûqî yên erebî û navdewletî kir ku Tirkiyê ji ber  êrişa wê li ser axa Sûriyê şermezar bikin  û ji bo lidarxistina kongreyek navdewletî ji bo eşkerekirina êrişa Tirkiyê û binpêkirina qanûnên navdewletî xebat bidin meşandin. Her wiha buroyê êrişa Tirkiyê şermezar kir û wek êrişek hovane li dijî serdestiya dewletek ereb û binpêkirinek ji rêgez û peymana NY û biryarên Konseya Ewlehiyê hesiband û banga parastina yekitî û serxwerbûna dewletan kir.

Her wiha buroyê banga aktîvkirina peymana parastina erebî ya hevpar û yekser dest bi avakirina hêzek leşkerî ereb ji bo parastina dewletên endam li hember êrişa biyanî kir. her wiha bang li NY û konseya ewlehiyê kir ku êrişa Tirkiyê tewanbar bike ji ber ku ew êriş sûcek navdewletî ye û qanûnên navdewletî binpê dike.

Buroyê diyar kir ku divê tevahiya dewletên endamên NY`î bi tevahiya rêbazan li gorî madeya heftan a peymana NY`î li hember êrişan bisekinin. Her wiha bang li tevahiya dewletên ereb ên aştîxwaz kir ku têkiliyên xwe yên dîplomasî, bazirganî û çandî bi Tirkiyê re qut bikin û balyozên wê ji paytextên erebî heta derxistina hêzên Tirkiyê ji bakurê Sûriyê der sînor bikin.

Di dawiyê de buroyê banga boykotkirina kelûpelên Tirkiyê û rawestandina tevahiya rêwîtiyên turîzmê ji Tirkiyê re û danûstandina bi tevahiya şîrketên tirkî re kir.

(şx)


Mijarên Din