Parêzerên Ocalan cara 789’emîn serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê  Gelê Kurd Abdulla Ocalan ji bo ku bi muwekilê xwe Ocalan re li Îmraliyê hevditinê bikin cara 789’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 salin bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. Parêzerên Ocalan, Faîk Ozgur Erol, Nevroz Uysal, Îbrahim Bilmez û Cengiz Yurekli ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê çêbikin cara 789’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

 Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 789 caran serlêdan kirin, lê serlêdan 788 caran her carê bi hincetên “Muxalefeta hewayê heye", “koster xerabe ye," “koster di tamîrê de ye" “OHAL heye” û "li gorî xala 5275'an a der barê tedbîrên ewlehiyê” hatin redkirin.


Mijarên Din