Parêzerên Ocalan dê îro daxuyaniyekê bidin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê îro saet di 11.00’an de têkildarî hevdîtina xwe ya dawîn daxuyaniyekê bidin. Dê peyama Leyla Guven jî saet di 13.00’an de bê parvekirin.

Buroya Hiqûqê ya Asrin li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku dê îro têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ya di 22’yê Gulanê de, daxuyaniyekê bidin.

Daxuyaniya çapemaniyê dê saet di 11.00’an de li Otela Titanic Downtown Beyoglu ya li Stenbolê bê dayîn.

Daxuyaniya Leyla Guven dê were parvekirin

Her wiha hate zanîn ku dê daxuyaniya Leyla Guven ku 200 roj e di greva birçîbûnê de ye jî saet di 13.00’an de li avahiya HDP’ê ya Amedê were parvekirin.

ANHA


Mijarên Din