Parêzerên Ocalan daxuyanî da

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan peyama muwekîlê xwe ya têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê eşkere kir. Ocalan di peyama xwe de got li bendê ye ku çalakvan greva xwe bi dawî bikin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ser hevdîtina 22'yê Gulanê ya bi muwekîlê xwe re civîneke çapemeniyê pêk anî. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Uysal, Rezan Sarica, Îbrahîm Bîlmez û Raziye Turgut li Titanic Downtown Beyoglu Hotelê derketin pêşberî çapemeniyê û peyama Ocalan a li ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ragihand.

Parêzeran li ser navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan spasiya çalakvanên di greva birçîbûnê de kir, got ew gihîştin armanca xwe û li bendê ne ku çalakvan çalakiya xwe ya greva  birçîbûnê bi dawî bikin.

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:

"Hevrêyên hêja,

Di serî de hevalên ku tev li greva birçîbûnê û rojiya mirinê bûne, di çarçoveya daxuyaniya berfireh a du parêzerên min de, li bendê me ku çalakiya we bi dawî bibe. Bi hêsanî destnîşan dikim ku meqseda we ya ji bo min diyar e û hezkirin û spasiyên xwe pêşkêşî we dikim.

Bi taybetî diyar dikim û hêvî dikim ku hûn ê ji niha û pê ve jî bi xurtî û îradeyeke têrker li gel min bimeşin.

Bi hezkirin û silavên bêdawî.

22 Gulan 2019, Girtîgeha Îmraliyê

Abdullah Ocalan"


Mijarên Din