Parêzerên Ocalan diçin Îmraliyê

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Uysal di saetên serê sibê de ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, ber bi Îmraliyê ve ketin rê.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rezan Sarıca û Newroz Uysal bi boneya bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, ji navçeya Gemlikê ya Bursayê ber bi girava Îmraliyê ve ketin rê. Parêzeran piştî serî li Serdozgreiya Komarê ya Bursayê da û serlêdan hat erêkirin, parêzer îro serê sibê ber bi girava Îmraliyê ve ketin rê.

Parêzer herî dawî di 2'yê Gulanê de çûbûn Îmraliyê.


Mijarên Din