Parêzerên Ocalan: Em ê sibe daxuyaniyek berfireh bidin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê hevdîtina ku di 18‘ê Hezîranê de li gel miwekîlê xwe pêk anîbûn de daxuyaniyek kurt belav kirin û gotin ku wê sibê daxuyaniyeke berfireh bi raya giştî re parve bikin.

Parêzeran di daxuyaniya xwe ya ku li ser hesabê xwe yê twîtterê de belavkirin wiha gotin:

“Di derbarê hevdîtina me ya li ku me di 18‘ê Hezîranê de pêk anî de, îro di ragihandinê de hindek îdîa hatin belavkirin. Em ê sibe di der barê van îddîayên ku îro di ragihandinê de cih girtinê de li gorî plansaziya xwe sibê daxuyaniyeke berfireh a nivîskî bi raya giştî re parvebikin.”


Mijarên Din