Parêzerên Ocalan: Hê jî bersiv nedane xwestekên me

Parêzerên Nivîsgeha  Hiqûqê ya Asrinê destnîşan kir ku Wezareta Dadê ya Tirkiyê hê jî bersiv nedaye xwesteka wan çûna girava Îmraliyê ji ber Koronavîrusê û diyar kir ku li gel tecrîda li ser muwekîlên wan, astengkirina alavên ragihadinê jî nayê qebûlkirin.

Koronavîrus li tevahiya cîhanê û Tirkiyê berbelav dibe û bi vê yekê re jî dîsa bala her kesî li ser Îmraliyê ye. Gelê Kurd li bendê ye ku bi rêber Abdullah Ocalan û her wiha Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtina parêzeran pêk bê û veguhêzin cihekî tendurist.

Nivîsgeha  Hiqûqê ya Asrinê têkildarî rewşa tenduristiyê ya rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê û her wiha ka çi bergirî li dijî Koronavîrusê hatine girtin, bi awayekî nivîskî bersiv da pirsên ANHA’yê û destnîşan kir ku bi reşwa li Îmraliyê nizanin û ji ber vê yekê jî divê CPT demildest tev bigere.

ŞERT Û MERCÊN ZINDANAN XETEREYÊ ZÊDE DIKIN

Nivîsgehê  diyar ki beriya niha tecrubeya nexweşiyeke têper çênebûye û wiha diyar kir: “Koronavîrus bûye pirsgirêkeke cidî ya tenduristiya gel û girtîgeh deverên hesas in. Li girtîgehan xwe gihandinda tavê, ronahî û derfetên tedawiyê û gelek tiştên din, sînordar e. Her wiha mijara hîjyenê jî her wisa ye ku ji bo têkoşîna li dijî vê nexweşiyê mijareke sereke ye. Em pê dizanin ku ji ber cudakariya pergala înfaza cezayî ya li Tirkiyê piraniya girtiyên siyasî bi 10, 20 heta 30 salan di girtîgehê de dihêlin û nahêlin wekî girtiyên edlî demeke înfazê di girtîgehên vekirî yan jî bi serbestiya sînordarkirî temam bikin. Ev yek jî dibe sedem ku girtiyên siyasî bi salan di şert û mercên bêtendurist ên girtîgehan de bimînin û ji ber vê yekê jî li hember vîrusê bikevin nav xetereyeke zêde.”

‘GIRTIYÊN LI ÎMRALIYÊ DI NAV KOMA XETEREYÊ DE NE’

Nivîsgehê  îşaret pê kir ku girtîgeha Îmraliyê li ber xetereyê ye û rewşa Îmraliyê ji girtîgehên din cudatir e û wiha lê zêde kir: “Dema ku mirov li temen û dema girtîbûnê ya kesên li Îmraliyê tên girtin dinêre, tev jî di nava koma xetereyê de ne. Her wiha em dizanin ku ji roja ku birêz Ocalan birine Îmraliyê heta niha, nexweşiyên xwe yên sîstema bêhngirtinê hene. Lewma jî divê em pê bizanin ku li Îmraliyê têkildarî vîrusê hemû bergirî bê kêmasî hatine girtin. Lê belê halê tecrîdê yê heyî, çavdêrî û kontrola vê yekê asteng dike.”

Li Îmraliyê hê jî periyoda asayî ya hevdîtinên malbat û parêzeran pêk nehatiye û der barê vê yekê de Nivîsgehê  wiha da zanîn: “Hevdîtinên di sala dawîn de hatine kirin, piştrast nakin ku berdewamiyeke wiha çêbûye. Li Îmraliyê hevdîtin dê çêbe yan na, kî û dê kengî hevdîtinê bikin û mijarên wekî van, di vê pêvajoyê de her tim bê bersiv man û tecrîd di nav vê tevliheviyê de domandin û didomînin.”

‘DI HÊLA CUDAKARIYÊ DE ÎMRALI DI ASTA HERÎ JOR DE YE’

Di bersiva Nivîsgeha  Hiqûqê ya Asrinê de hate diyarkirin ku mafê hevdîtina bi telefonê ji sala 2005’an ve di zagonên înfaza cezayî yên Tirkiyê de heye û wiha hate gotin: “Pergala înfaza cezayî li Tirikiyê li ser cudakariyê hatiye avakirin. Ev cudakarî ne jixweber e, lê belê ast bi ast e. Ji vî alî ve Îmrali li asta herî jor a cudakariyê cihê xwe digire. Mafekî ku hemû girtî 15 sal e bi kar tînin, birêz Ocalan heta niha tenê carekê jî nekarî bi kar bîne. Muwekîlên me yên di sala 2015’an de veguhastin Îmraliyê jî, beriya wê dikarîn bi malbatên xwe re hevdîtinê bi telefonê bikin lê belê piştî ku birin Îmraliyê, hem nahêlin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin hem jî heta niha nehiştine tenê carekê jî bi telefonê hevdîtinê bikin. Niha jî ji ber nexweşiya têper, li tevahiya girtîgehan mafê hevdîtina bi telefonê kirin hefteyê du car, lê li Îmraliyê tu cudahî çênebû. Ev yek jî nîşan dide ku polîtîkaya cudakar berdewam dike.”

Nivîsgehê  destnîşan kir ku di 20’ê Adarê de bi gelek xwestekan serlêdanek kirine û dê şert û mercên tenduristî û ewlehiyê li hember vîrusê bişopînin û wiha pê de çû: “Her çend derfetên me yên çavdêrkirinê bi tecrîdê bên astengkirin jî, em bi israr in ku dê şert û mercên tenduristî û ewlehiyê li hember vîrusê yên Îmraliyê bişopînin. Nemaze divê li giravê alavên testa Covid-19’ê hebin û hem muwekîlên me hem jî peywirdarên bi wan re dikevin têkiliyê bi rêk û pêk testên wan bên kirin. Ev yek ji bo teşhîs û tedawiya zû pêwîst e. Ji ber ku me heta niha nedît ku ji Îmraliyê ber bi nexweşxaneyeke tekûz ve kes hatiye veguhastin, ji ber vê yekê jî em dixwazin pê emîn bin ku alavên bergir ên tibî, madeyên paqijî û hîjyenê, sûdwergitina ji hewa û tavê bê kêmasî werin dabînkirin. Heta niha tu bersivek nehate dayîn lê em bi israr in ku van xwestekan bidomînin heta ku werin bersivandin.”

 ‘DIVÊ SAZIYÊN CIVAKA SIVÎL Û CPT LÊ BALDAR BIN’

Nivîsgeha  Hiqûqê ya Asrinê destnîşan kir ku cudahiya girtîgeha Îmraliyê ji girtîgehên din ew e ku nahêlin were çavdêrkirin û wiha lê zêde kir: “Bêguman hevdîtineke ku di şert û mercên nexweşiya têper de li Îmraliyê bê kirin jî divê ji hêla tenduristiyê ve bi kontrol û bi tevdîr be. Bi tecrîdê re alavên ragihandinê jî tên astengkirin, lê divê ev yek neyê qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî divê saziyên civaka sivîl û CPT bi baldarî nêzî vê mijarê bibin.”

ANHA


Mijarên Din