Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê cara 805’an serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bikin cara 805’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Cengîz Çîçek, Cengîz Yureklî, Faîk Ozgur Erol û Nevroz Ûysal bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 805’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 803 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û her tim bi hinceta “Muxalefeta hewayê heye" “Koster xera be ye" û “OHAL” heye serlêdana parêzeran hat redkirin.


Mijarên Din