Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kir

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê û bi Ocalan û girtiyên din re hevdîtinê bikin, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo ku li Girtîgeha Îmraliyê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2’yê Gulanê, 22'yê Gulanê, 12'ê Hezîranê, 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de çûbûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kiribûn.


Mijarên Din