Parêzer Raziye Turgut, Serbay Koklu, Rezan Sarica û Îbrahîm Bîlmez ji bo karibin hevdîtinê bi rêber Abdullah Ocalan re pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, piştî 8 salan di 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019’an de, li gel miwekîlê xwe 5 caran hevdîtin pêk anîn.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, herî dawî di 23'yê Îlonê de bi hinceta “Nexşerêya” Ocalan a ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) re şandibû, heya 6 mehan hevdîtina parêzeran qedexe kir.
(cx)