Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê û hevdîtina bi muwekîlê xwe re serî li dozgeriyê da.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Îbrahîm Bîlmez, Raziye Turgut û Serbay Koklu ji bo ku muwekîlê xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya Tirkiyê da. Parêzeran xwest îro yan sibe hevdîtinê bikin.

Piştî 8 salan parêzerên Ocalan Newroz Uysal û Rezan Sarica, yekem car 2'yê Gulanê karîbû Ocalan bibînin. Ji hingî ve serlêdan ji bo hevdîtinê tên kirin lê bersiv nayê dayîn.


Mijarên Din