Parêzerên Ocalan: Pêşniyarên Ocalan ji bo gelan bûn sedema kelecanê

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê destnîşan kir ku pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiye û Sûriyê di çarçoveyeke destûrî de, ji bo hemû gelên herêmê bûn sedema kelecanê.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22’yê Gulanê de bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk anîn. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê naveroka hevdîtinên xwe û peyamên Ocalan bi daxuyaniyeke çapemeniyê daxuyandin.

Ocalan di peyama xwe de destnîşan kir ku divê çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bibin, têkildarî Sûriyê bi roleke pozîtîf rabin û hevdîtinên ku tên kirin ne muzakere ne. Piştî peyama Ocalan grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûn.

Parêzerên Ocalan, hevdîtina xwe ya li gel muwekîlê xwe ji nûçegihana ANHA’yê Mûrada Kenda re nirxandin.

Parêzeran îşaret pê kir ku hevdîtnên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirine,li gel bikaranîna mafê hiqûqî, wateyeke xwe ya binirx a destkeftiyeke hiqûqî, siyasî û civakî heye.  Parêzaran têkildarî hevdîtinên xwe yên di demên bê de diyar kir ku nizanin bê ka dê bi muwekîlê xwe re bikarin hevdîtinan bikin an na. 

‘Qedexeya hevdîtina bi malbatê re nakokiyeke berbiçav e’

Parêzaran diyar kir ku di demekê de ku li dijî tecrîdê li gelek deverên cîhanê bertekên xurt derdikevin û hevdîtinên parêzeran pêk tên, qedexeya hevdîtina malbatê nakokiyeke berbiçav e. Parêzeran bang kir ku ji bo ku helwesta derveyî hiqûqê ya li Îmraliyê ku bi salan e berdewam dike, divê raya giştî ya demokratîk berpirsyariyê hilde ser xwe û bala xwe bide ser pêvajoyê.  

‘Rola Ocalan bandoreke erênî çêdike’

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê diyar kir ku bi qasî aliyên xwe yên tecrîda li Îmrali, di siyaseta civakî de jî bandoreke xwe ya berbiçav heye û wiha got: “Di van 4 salên dawîn de ku tecrîda li ser birêz Ocalan hate mutleqkirin, li Tirkiye û herêmê şer, kaos û tevlihevî berbiçav bû. Dema ku Ocalan wek kirdeyeke polîtîk, kêm be jî, bi rola xwe radibe, ji bo pirsgirêkên domdar pêşniyarên çareseriyê dike û ev yek jî bandrora xwe ya erênî li tevahiya herêmê dike. Ev yek gelek caran hatiye tecrubekirin.”

Parêzaran destnîşan kir ku Ocalan di van hevdîtinên dawîn de careke din îfade kir ku hemû gelên li Tirkiye û herêmê dikarin bi hev re bijîn û aştiyeke birûmet pêkan e. Parêzeran got lêhûrbûna Ocalan ji hemû carên din zêdetir kûr û xurt bû. Her wiha parêzeran got Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya 2’yê Gulanê de ku ji 7 xalan pêk tê, rê û rêbaza demokratîkbûn û aştiya birûmet nîşan kiriye.

Der barê nêrînên Ocalan ên têkildarî Sûriyê de parêzeran wiha got: “Helwesta birêz Ocalan ya çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiye û Sûriyê li ser zemîneke demokratîk û bi temînateke destûrî, di serî de di nav gelan de û di nav hemû derdorên demokratîk de kelecanek çêkir. Her wiha divê em jî îfade bikin ku birêz Ocalan di hevdîtinan de keyfxweş bû û bi xwe bawer bû ku me ev yek bi awayekî eşkere dît.”

‘Serdana Îmraliyê di bernameya CPT’yê de tune bû’

Têkildarî hevdîtina CPT’yê ya di 7’ê Gulanê de li Îmraliyê pêk anî, parêzeran diyar kir ku ev hevdîtin di bernamaye CPT’yê de tune bû. Parêzeran got ev nîşan dide bê ka têkoşîna civakî bandoreke çawa li saziyên navneteweyî dike.

Parêzeran têkildarî parvenekirina encamên hevdîtina xwe ya li Îmraliyê ya CPT’yê jî wiha got: “Em dibêjin divê encamên vê serdanê di demeke kurt de werin eşkerekirin û di vê mijarê de jî bi raya giştî ya demokratîk re divê saziyên hiqûqî û yên mafên mirovan bala xwe bidin ser û bişopînin.”

‘Çend hevdîtin berteng tecrîdê bi dawî nakin!’

Her wiha parêzeran destnîşan kir ku sînordakirina tecrîda li Îmraliyê bi çend hevdîtinên malbat û parêzeran ne rast e û wiha lê zêde kir: “Alternatîfa tecrîdê, demokratîkbûna Tirkiyê û xeta aştiyeke birûmet e. Dabînkirina mafên birêz Ocalan ên hiqûqî û dabînkirina mafên ragihandinê yên name-telefonê û hevdîtinên malbat-parêzeran gelekî girîng e. Ev maf jixwe  di qanûnan de hene lê belê bi awayekî keyfî muwekîlê me jê bêpar tê hiştin. Di vî warî de daxuyaniya wezîrê edaletê mafên heyî dihundirîne. Bêguman di warê edalet û mekanîzmaya darazê de heke ji hêla rayedarekî wiha payebilind ve hatibe îfadekirin, ev yek girîng e.”

ANHA 


Mijarên Din