Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir

Parêzerên Ocalan ji bo ku muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu, Raziye Turgut û Rezan Sarica, ji bo ku muwekîlê xwe bibinin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da. Di serlêdanê de hate xwestin ku sibe yan jî roja înê derfetên hevdîtinê bên dayîn.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve 810 serlêdanên parêzeran hatin redkirin.

Parêzer Newroz Uysal û Rezan Sarica piştî 8 salan yekem car 2'yê Gulanê Ocalan dîtibû.


Mijarên Din