Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin, serî li dozgeriyê da.

Parêzerên rêberê Abdullah Ocalan Raziye Tûrgût, Serbay Koklu, Rezan Sarica û Îbrahîm Bîlmez ji bo karibin sibe muwekîlê xwe bibînin, serî li Serdozeriya Komarê ya Bursayê ya Tirkiyê da.

Parêzer Rezan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbû muwekîlê xwe bibînin.

Serdozgeriya Komarê ya Bursayê 23'yê Îlonê 'nexşeya rê' ya ku Ocalan sala 2009'an ji bo parastina xwe ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê amade kiribû, kir hincet û bi 6 mehan hevdîtin qedexe kir.


Mijarên Din