Parêzvanê qada pîroz.. Apê Hisên

Cihê ku 12 parêzvanên taxa Şêxmeqsûd lê şehîd ketine, di nava gel de wek cihek pîroz tê nasîn. Apê Hisên (65) nobedariya qada pîroz dike. Apê Hisên dibêje: “Ez bi karê xwe wek nobetdarê cihên şehîdan serfiraz im. Ev layîqî min e û ez bi xwe bawer im ku dikarim qadê tevî hemû tiştan xweşik bikim."

Di her kolan û cihê taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê de cihên watedar hene. Yek ji van cihan qada Ebû Şiyar a gorên 12 şehîdan (7 şervanên YPG, YPJ û Hêzên Asayîşê û 5 sivîlan) lê dimînin e. Wan lehengan çek rakirin û taxa xwe parastin.

Qad dikeve aliyê rojhilatê taxa Seken Şebabî û li hember taxa Şêxmeqsûd e. Ev qad wek goristana şehîdan tê hesibandin, şênî di boneyan û cejnan de serdana wê dikin.

Gelo serpêhatiya qadê çi ye?

Di dema sefeberiya giştî de ji bo parastina taxa Şêxmeqsûd, komek şervanên YPG, YPJ, Hêzên Asayîşê tevî komek ciwanên taxê xwe di avahiyekê de li taxa Seken Şebabî bi cih kiribûn.

Ji ber ku çeteyan wê demê nikarîn nuqteya berxwedana ku şêniyan tevî şervanan avakirine, bişkînin, berê xwe dan teqînan da ku valahiyekê di xeta berxwedanê ya li dora taxa Şêxmeqsûd çêkin.

Çeteyan ji nuqteyên xwe xendekek heya taxa Seken Şebabî kolandin. Xendek heta cem avahiya ku bi dehan şervan tevî sivîlan xwe tê de bi cih kiribûn, dirêj kirin. Çeteyan miqdarên mezin ji madeyên teqemeniyê çandin û teqandin.

Ji ber teqîna ku di 29`ê Gulana 2016`an de pêk hat, taxa Şêxmeqsûd hejiya. Di encama wê êrîşê de 12 têkoşer di nav de 5 şervanên YPG û YPJ, 2 Hêzên Asayîşê û 5 sivîlan şehîd bûn. Tevî ku ew avahî bi temamî wêran bûn.

Şervanan cenazeyên du şervanên Hêzên Asayîşê, 4 şervanên YPG û 2 ên sivîlan derxistin lê cenazeyên têkoşerên din di bin enqazan de man.

Di encama wê teqînê de kortikek bi kûrahiya zêdetirî 25 metreyan çêbûye û ji ber derbasbûna demek dirêj li ser bûyerê re cenazeyên şervanê YPG û 3 sivîlên di bin kavilan de man.

Cenazeyên têkoşerên ku hatine derxistin, li Goristana Şehîd Refîq a gundê Metîna yê girêdayî herêma Efrînê wê demê hatine veşartin. Cihê şehadeta wan bûye cihek pîroz.

Parêzvanê goristana şehîdan

Apê Hisên Silêman (65) ji şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ye û endamekî Hêzên Parastina Civakî ye. Ji destpêka rizgarkirina taxa Seken Şebabî ve, apê Hisên erka parastina qada şehîd Ebû Şiyar tîne cih. Bi vê yekê bûye parêzvanê şahidên goran.

Tavî parastina qada ku bi alên YPG, YPJ Û tevegra Civaka Demokratîk hatiye xemilandin, apê Hisên gul, darên berhemdar û mêw di qadê de çandine.

Girêdayî mijarê apê Hisên dibêje: "Ez ji mala xwe zêdetir li vir dimînim. Ji ber ku ez ji vê qadê hez dikim. Ji bo min û hemû şêniyan ev yek cihek pîroz e. Parastina qadê ji erkên herî besît e ku dikarim pêşkêşî fedekariyan şehîdan bikim."

Apê Hisên ji berbangê ve peyayî diçe qadê û gulên ku li nêzî  cihên şehadeta parêzvanên taxê çandine av dide. Apê Hisên dibêje: “Ez bi karê xwe wek nobetdarê cihên şehîdan serfiraz im. Ev layîqî min e û ez bi xwe bawer im ku dikarim qadê tevî hemû tiştan xweşik bikim."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din