Pasdarên Îranê bi teqînekê hatin hedefgirtin

Îranê ragihand ku bi teqîneke "terorî" li başûrê rojhilatê welêt, Artêşa Pasdaran a Îranê hatiye hedefgirtin. Di teqînê de fermandarek birîndar bû.

Ajansa IRNA li ser zimanê parlementerê Meclisa Şêwirê ya Îslamî ya Îranê Fîda Hisên Malikî ragihand ku li parêzgehên Sîstan û Belûcistanê yên li başûrê rojhilatê Îranê bi teqîneke “terorî” du erebeyên Artêşa Pasdaran a Îranê li herêmê hatine hedefgirtin.

Li gorî ku Malikî daxuyandiye, di bûyerê de tenê fermandarek birîndar bûye û agahiyên der barê dîlgirtina hin endamên Pasdarên Îranê de derewandin.

Malikî diyar kir ku "artêşa zilmê" ku qaşo bi navê “artêşa edaletê” tê binavkirin, di dema derbasbûna du erebeyên Pasdarên Îranê li herêmê de êriş pêk aniye.

Malikî wiha domand: "Wan du mayîn li ser rê çandibûn ku yek ji wan di dema derbasbûna du erebeyên hêzên Pasdarên Îranê de teqiya. Di bûyerê de qurbanî çênebûn lê belê fermandarekî hêzên pasdaran birîndar bû."


Mijarên Din