Pasdarên Îranê dîmenê destdanîna ser keştiya Brîtanî belav kir

Supaya Pasdaran a Îranê dîmenê destdanîna ser keştiya Brîtanî weşand.

Supaya Pasdaran a Îranê duh dest danî ser keştiyeke Brîtanî ya veguhastina petrolê.
Malpera Supaya Pasdaran a Îranê dîmenê kêliyên destdanîna ser keşiyê weşand. Di dîmenê de keştiyeke biçûk li rex tankera Brîtanî ya bi navê "Stena Impero" ya ala Birîtanyayê li ser hatibû hildan sekiniye. Endamên pasdaran ji helîkopterê dadikevin û dest datînin ser keştiyê.
Di tankerê de 23 karmend, di nav de 18 ji Hindistanê û yên in ji Filipîn, Litwanya û dewletên din bûn.
Pasdarên Îran diyar kirin ku keştiyên Hêzên Deryayê bi fermana saziya Bendaran a Parêzgeha Hurmizxan hate desteserkirin.
 


Mijarên Din