Patrice Franceschi: Divê dewletên navnetewî erkên xwe yên hiqûqî pêk bînin

Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê Fransî Patrice Franceschi diyar kir ku karê serêkê yê dewletên navnetewî ew e ku ji milên siyasî ber bi hiqûqî ve herin û got: “Divê erkê xwe pêkbînin û herêmê nas bikin.”

Komxebata navnetewî ya tekildarî DAIŞ’ê li hola Beylesan a navçeya Amûdê ya giredayî bajarê Qamişlo tê lidarxistin. Bi sedan kesan ji bo nîqaşa dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê kom bûn.

Yek ji beşdarên komxebatê Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê Fransî Patrice Franceschi, tekildarî dadgehkirina DAIŞ’ê ji ajansa me re axivî. Franceschi got: “DAIŞ li vê herêmê hat têkbirin û divê li vir jî bê darizandin.”

‘DAIŞ mijara cîhanê û mirovahiyê ye’

Patrice Franceschi anî ziman ku lidarxistina komxebatên bi vî awayî ji bo nasîna herêmê gelekî girîng e û got: “Rewşa herêmê ya jêopolîtîk û giştî di komxebatê de tê giftûgo kirin. Divê çaresêriya pirsgireka DAIŞ’ê bê dîtin. Tevlîbûna kesên navdar û biyanî ji vê komxebatê re tê wateya ku DAIŞ ne tenê mijara QSD’ê yan jî herêmê ye, ev mijarek cîhanî û mirovahiyê ye.”

Franceschi destnîşan kir ku divê DAIŞ li herêmên Bakur û Rojihlatê Sûriyê bê darizandin û wiha pê de çû: “DAIŞ li vê herêmê hat têkbirin. Hemû komkujî û kiryarên li dijî mirovahî li vir pêk anîn. Hemû delîl û belgeyên binpêkirinên mafê mirovan yên DAIŞ’ê li virin. Ev aliyên siyasî ne, divê aliyên hiqûqî jî pêk werin.”

‘Tirkiye, rejîma Sûriyê û Îran destekê didin şaneyên razayî’

Franceschi diyar kir ku têkbirin DAIŞ’ê di aliyê leşkerî de nayê wateya tinebûna wê û wiha axivî: “Şaneyên razayî û birdoziya wan hin jî berdewam dike. Ji bo aramiya herêmê bê hilweşandin dewleta Tirk, Îran û rejîma Sûriyê destekê dide şaneyên razayî yên DAIŞ’ê. Ji bo tinekirina wan jî divê cureyek din yê têkoşînê destpê bike. Ev pêvajoya derbaskirina aliyên siyasî ber bi hiqûqî ve ye. Pirsgireka herêmê ne tenê dadgehkirina DAIŞ’ê ye. Polîtîkayên Tirkiyê û rejîma Sûriyê jî li ser herêmê hene. Ev jî xeteriyek e.” 

‘Bi erkên xwe rabin!’

Franceschi erkê dewletên navnetewî bi bîr xist û wiha got: “Karê herî serêkê yê dewletên navnetewî ku ji milên siyasî ber bi hukukî vê here, ye. Divê ev dewlet erkê ku dikeve ser milê wan pêk bînin. Divê êdî herêmê nas bikin.” Franceschi diyar kir, sûcên ku li Efrînê tên kirin jî wê werin dadgeh kirin û ti sûc bê ceza namîne.

(bm)

ANHA


Mijarên Din