Paytexta Hûriyan li benda lênêrîn û parastinê ye

Girê Mozan şûnwarekî mezintirîn e ku  dîroka wî vedigere beriya zayînê hezarsalan, lê belê bûye qurbaniya şert û mercên hewayî û bêparastinê. Girê Mozan di mîrateya cîhanê ya UNESCO’yê de cih digire. Warê dîrokî li benda lênêrîn û parastineke demdirêj e. 

Şûnwarên dîrokî ji bo şîrovekirina dîroka gelan bermahiyên herî girîng in. Hebûn û parastina avahiyên dîrokî jî gelekî girîng e. Lê avahiyên dîrokî ji ber bandora mirovan wekî şer, dagirkerî, guhertinên demografîk, înkar, neparastin, nenêrîn û rewşa hewayî bandor lê dibe. Yek ji wan warên dîrokî jî paytexta Hûriyan Girê Mozan e ku bûye qurbaniya rewşa hewayî û bêparastin.

Girê Mozan şûnwarekî mezîntirîn e ku dîroka wî vedigere beriya zayînê hezarsala sêyan. Bajarê Orkêş wek paytexta Hûriyan tê zanîn.  Ev bajar di nav gelê Rojavayê Kurdistanê de wek Girê Mozan tê nasîn. Girê Mozan dikeve başûrê rojavayê bajarê Qamişlo û 5 km nêzî navçeya Amûdê ye. Girîngiya vî girî ew e ku deşteke avdanî bi awayekî baş dikeve kêleka Newala Dara di nêzî Xabûrê. Gir ji Îbla û Mezopotamya heya bajarê Xatî di rêya korîdorên çiyayî yên li gel pêrparên çiyayên Torosê re bûbû korîdora bazirganiyê.

Rûbera Girê Mozan li gel bajarê nizm ê li derdora wî nêzî 120 hektar e. Bilindahiya wî ji deşta derdorê digihîje 27 metreyan. Bermahiyên yekemîn ên niştecihbûnê li Girê Mozan vedigerin dawiya hezarsala şeşan BZ û gelek parçeyên xilik û dîzikan ên vedigerin serdema Tel-Helef lê hatin dîtin. Cara yekemîn ku Orkêş wek bajar hate nasîn, li ser destê Hûriyan, di nîvê hezarsala 4’an (3500) BZ bi payebûna xwe ya olî li herêma Xabûr û Nagar (Til-Berak) hat dîtin.

Paytexta Hûriyan bajarê Orkêş

Di sala 1937'an de ji aliyê lêkolîner Max Mallowan ve cara yekem lêkolîn li Girê Mozan hatine kirin. Di sala 1984'an de jî lêkolîn ji aliyên Marilyn Kelley Buccellati ve Giorgio Buccellati ve ku bi eslê xwe îtalî ne, hat kirin. Piştî lêkolîneke dirêj ev der keşif kirin û gotine ev der paytexta Hûriyan Orkêş e. Di encama lêkolînan de rastî gelek nîşaneyên dîrokî hatin. Di warê şopên dîrokî de ev der gelekî girîng e.

Ji ber rewşa şer kolandina şûnwarna hatibû sekinandin û heya niha jî gelek cih nehatine kolandin. Li gorî şûnwarnasan di kolandina lêkolînê ya  Girê Mozan re dê gelek agahdariyên dîrokî derkevin. 

Çavdêriya Girê Mozan

Ji bajarê Qamişlo em ber bi çûna cihê dîrokî Girên Mozan ve dikevin rê. Piştî 5 km tabela Girê Mozan tê dîtin. Di tabelayê de dîroka gir û lêkolînên ku ser hatine kirin ji bo agahdariya destpêkê mêvanan pêşwazî dikin. Rêya gir gelekî xirabe ye. Çûn û hatina gir ji hêla endamên Hêzên Ewlekarî ve tê kontrolkirin. Li pêşiya Girê Mozan ji bo pêşîgirtina diziya berhemên dîrokî û kolandinên qedexe cihê parastinê yê YPJ/YPG hatiye avakirin. 

Êdî gir di nav giyayên zer de wekî xaniyên biçûk bi rengê qehweyî xuya dike. Li ser wan xaniyan paçên ku ji rewşa hewayî zer bûne, ber çavê me dikevin. Dibe ku ji bo parastina cihên hatine kolandin ew şêwaz hatibe bikaranîn. Axa Girê Mozan li gorî şûnwarnasan gelekî tenik e. Ev jî dibe sedem ku ji rewşên hewayî zû bandorê bigire. Kal û pîr ji bo barana îsal dibêjin ev 50 sal e baranek wiha nebariye. Berçav dibe ku gir ji barana barî û neparastina rewşên hewayî gelekî ziyan dîtiye. Desteya Şûnwaran a Herêma Cizîrê ji bo parastina berhemên dîrokî  paç bi kar anîne. Lê ev şêwaz di parastina gir de demkî û lewaz maye. Barîna barana zêde bûye sedem ku gir rastî mehiyan were. Mehî bandoreke mezin li warê dîrokê kiriye.  Her wiha giya jî ji  ber neparastinê zêde bûne.

Girê Mozan di mîrateya cîhanê ya UNESCO’yê de cih digire. Lê heta niha ji bo parastina vî girê dîrokî tu xebatên girîng û mezin nehatinekirin. Ji ber rewşa şerê Rojava tu xebatên li ser gir nedihatin kirin û kolandina gir hatibû sekinandin.

Niha jî Desteya Şûnwran ya Herêma Cizîrê ji bo parastina gir daxwaz kirine ku bi komîteya UNESCO’yê ya li Rojava bi hev re dest bi xebatên parastinê bikin. Hevserokê Desteya Şûnwaran a Herêma Cizîrê Amar Ehmed ji bo parastina Girê Mozan bang li gelê herêmê kir û got divê wargehên dîrokî bi hev re biparêzin. 

Beş û berhemên dîrokî yên Girê Mozan

Perestgeha Şêr

Ev perestgeh mîna çargoşeyeke li ser dikeke mezin e ku bilindbûna wê digihîjê 27 metreyan li ser rûyê erdê hatiye avakirin. Perestgeh di rêya qadeke fireh û pan de xwe digihîne serayê.

Seraya Topkê

Ev seray ji du baskan û qadeke derveyî ku li derdora baskê fermî diket, pêk tê. Baskê yekemîn baskê nizm û nûnertiya baskên navmaliyan dike. Ev bask li çar beşan hatiye dabeşkirin; pêjgeh, depoyên zimhêrê yên taybet ji malbata serwer, beşek ji xizmetên pêdîviyên şah û beşa çaremîn jî hê peywira wê nehatiya naskirin.

Baskê duyemîn ji baskê navmaliyan bilindtir e dora 2.5 metre ye, şah û malbata xwe lê jiyane û ji wê baskê ve serweriya welat dihat kirin.

Bîr

Avahiyeke girover, tarî û kûr e. Di vê avahiyê de bang li giyanan dihat kirin. Her wiha wekî korîdoreke ji bo mirov awayekî yekser bi Xwedê re be, dihat bikaranîn.  Ev avahî girêdayî seray û perestgehê bû.

Mohr

Bi sedan mohr û capên mohrên ji heriyê û keviran çêbûne, hatine dîtin. Ev mohr bi piranî vedigerin qonaxa hezarsala sêyan BZ ku  li ser erda serayê û depoyên wê hatine dîtin. Her wiha hin çapên wê yên gûz, sindoqên teht û zembîl jiyana Hûriyan jî nîşan didin.  Mûhr rewş û têkiliyên civakî, siyasî û aborî derxist holê. Van mohran di serayê de rola xwedawend û sembolên wan, rola şamanan û erkên wan beramberî perestgehê jî derdixist holê.

Şêrê Orkeş

Kevaleke ji bronzê ku wêneyê şêrêkî devvekirî û bazhildayî li ser kevala damezirandinê ku deqa nivîskî ya mîxî bi zimanê Hûrî diyar dike. Ev Tîş Atal  şahê Orkîş perestgeha Nêrgal avakiriye.  Xwedawendê Lobgaha  ev perestgeh diparezê û kesên ku dixwazin hilweşînin dawîya wan tine. Peyker li mûzeya Lûver a Fransa ye tê parastin.

Roniya veşartî di bin axê de ji bo derketina ser rûye erdê li ber xwe dide. Wekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibejê ‘Dîrok di roja me de veşartiîye û em di destpêka dîrokê de veşartî ne.’ Ji bo wê jî parastina dîrokê parastina pêşarojê ye. 

ANHA 


Mijarên Din