Pêdiviyên dibistanê ne li gorî rewşa aborî ya şêniyan in

Bi nêzikbûna vebûna dibistanan re dikanên firotina pêkiviyên dibistanan qerebalix bûne. Li gorî salên borî buhayên pêdiviyên dibistanan bi awayekî balkêş zêde bûne û buçeya şêniyan derbas dikin.

15’ê Îlonê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala nû ya perwerdeyê ya 2019-2020`an destpê dike.

Bi nêzîkbûna vekirina dibistanan re dikanên firotina pêdiviyên dibistanan qerebeliq bûne. Xwendekar û malbatên wan berê xwe didin dikanan da ku pêdiviyên xwendinê bikirin.

Li bajarê Minbicê li Kolana El-Qenbûr di nav sûka bajêr de gelek dikanên firotina pêdiviyên dibistanan hene. Ev dikan bi awayekî balkêş qerebelix bûne.

Tevahiya pêdiviyênn dibistanan hene lê buhayên wan ne li gorî malbatên xwendekaran û rewşa wan a madî ne. Di hindek malbatan de du yan jî 5 xwendekar hene û hemû bi hewcedariya kirîna pêdiviyên dibistanan in.

Şêniyê bi navê Nasan Derda yê bavê 5 xwendekaran e, got: "Bihabûnek balkêş di buhayan de heye. 5 xwendekarên min hene û hemû bi hewcedariya pêwîstiyên dibistanan in. Ev biha ne li gorî rewşa min a aborî ye."

Şêniyê bi navê Salih El-Berho xwediyê dikana firotina pêdiviyên dibistanan destnîşan kir ku tevî ku firotin baş e lê sala borî ji ya îsal baştir bû.

El-Berho diyar kir ku buhayên pêdiviyên dibistanan bi rêjaya ji sedî 20 biha bûne û got: “Ji ber wê şênî neçar mane pêdiviyên sala borî bi kar bînin.”

El-Berho destnîşan kir ku buhaya cilên dibistanê bûye 2 hezar lîreyên Sûriyê, ev buha li gorî şêniyan û rewşa wan a aborî biha ye.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û gundewarê wê jî hewl dide bi rêya restorekirina dibistanên bajêr û gundewaran tevahiya xwendekaran vegerîne dibistanan.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din