Pêdiviyên havînê li şêniyên Efrînê yên li Şehbayê tên belavkirin

Heyva Sor a Kurd û Rêveberiya Xweser a kantonên Efrîn û Şehbayê pêdiviyên havînê û dermanên ku şêniyan ji germahiya havînê û nexweşiyên wê biparêze, pêşkêş kirin.

Şêniyên Efrînê ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkiyê neçar man ku ji warên xwe derkevin û di malên wêran û kampên kantona Şehbayê de bi cih bibin. Rêxistinên herêmî û Rêveberiya Xweser pêdiviyan pêşkêşî şêniyan dikin.

Germahî li herêmên Bakurê Sûriyê di werza havînê de pir zêde dibe. Li kantona Şehbayê germahî hin caran digihîje zêdetirî 45 pileyan. Lewre Heyva Sor a Kurd û rêveberiya kantona Şehbayê pêdiviyên xweparastinê ji germahiya havînê û nexweşiyên wê, pêşkêş kirin.

Rêveberiya Xweser pêwîstiyên wekî baweşînkên biçûk, avsark û ji wê jî zêdetir qeşa jî li şêniyan belav kir da ku germahiya havînê li ser şêniyan, bi taybet ên ku di kampên kantona Şehbayê de ne, sivik bike. Rêxistinên navdewletî rewşa şêniyên Efrînê li kantona Şehbayê dibîne lê tu alîkariyan pêşkêş nakin.

Têkildarî mijarê yek ji rêveberên Kampa Berxwedan Elîfe Osman got şênî azarên kêmasiya pêdiviyên havînê dikişînîn û Rêveberiya Xweser derfetên heyî pêşkêş dike û wiha lê zêde kir: "Me ji rêxistinên navdewletî dermanên kelmêşan û jeneratorên elektrîkê xwestine lê ta niha me tu tişt nedîtiye."

Ji aliyekî dîtir ve nexweşî di encama germahiya zêde û belavbûna kelmêşan de belav dibe, wekî nexweşiyên mîdeyê, serêş û germbûna laş.

Heyva Sor a Kurd hewl dide dermanan peyda bike. Her wiha derman li gorî derfetên heyî tên pêşkêşkirin. Di vê derbarê de Mejdolîn Zêno raber kir ku hewl didin dermanên xweparastinê ji nexweşiyan pêşkêş bikin û wiha domand: "Di kampan de germahî zêde ye û pileya wê hin caran digihîje 50’yî û em jî dermanên nexweşiyên ku belav bûne, pêşkêş dikin lê li gorî derfetan."

Mejdolîn Zîno tekez kir ku divê rêxistinên mirovî alîkariya şêniyan bikin, ji ber ku germahiya havînê di bin çadiran de nayê tehemûlkirin û dibe sedema nexweşiyan.

Şêniyên Efrînê ji ajansa me ANHA’yê re nêrînên xwe anîn ziman ku berxwedana wan berdewam e. Şêniya bi navê Elfet Elo wiha got: "Ev hemû tişt nabin kelem li pêşberî berxwedana me ya ku bi saya wê em ê Efrînê ji destê terorîstan rizgar bikin."

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Mihemed Hisên Mistefa ji navçeya Şiyê ye û niha li Kampa Serdemê ye, wiha got: "Rewşa tenduristî bi paş ve çûye û em êşa kêmbûna dermanan dikişînin."

(fr/kc)

ANHA


Mijarên Din