`PDK bi Tirkiyê re bûye yek û planan li dijî gelê Kurd datînin’

Jinên taxa Şêxmuqsûd êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û gotin: “Dagikeriya Tirkiyê şerê gelê Kurd dike. PDK bi wan re bûye yek û planan li dijî gelê Kurd datînin.”

Êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Hikumeta Başûrê Kurdistanê jî li hemberî van êrîşan bêdeng e. Ne tenê bêdeng, heta niha pêşmergeyan gelek nûqteyên xwe yên leşkerî dane leşkerên dagirker.

Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê nerazîbûn nîşanî helwestên PDK`ê yên li hember dagirkeriya Tirk, kirin.

Jina bi navê Lemyaa Ebdo destnîşan kir ku her çar parçeyên Kurdistanê, yek parçe ye. Lemyaa got: “Dewletên dijmên gelê Kurd welatê me kirine çar perçe. Em siyasetên PDK`ê ku rê li pêşiya dagirkeriya Tirkiyê vekiriye, şermezar dikin. Ew sûcdar û berpirsê êrîşên ku li ser Başûrê Kurdistanê tên kirin in.  Divê gelê Kurd li pêşiya dagirkeriya Tirkiyê biban yek. Nehêliştiban bi çarenûsa gelê Kurd bilîzin.”

Her wiha Rehîme Celal Elo destnîşan kir ku rûdanên li Başûrê Kurdistanê pêk tên, sûcekî li dijî Kurdan e. Rehîma got: “Bi taybet jî piştî ku 5 tepeyên li herêma Zaxo radestî artêşa Tirk a dagirker hate kirin. Em helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Ev helwest xeteriyeke mezin li ser gelê Kurd çêdike."

Her wiha Zeyneb Nasir jî axivî û wiha got: "Dagikeriya Tirkiyê şerê gelê Kurd dike. PDK bi wan re bûye yek û planên xwe dijî gelê Kurd dikin."

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din