'PDK'ê hewl dide şerekî birakujiyê pêk were'

Kurdên Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku PDK'ê bi vê helwesta xwe rê dide şerê birakujiyê û banga çareserkirina nakokiyan û pêkanîna yekitiya kurdî kirin.

Ji êvara 24'ê Cotmehê ve, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi armanca astengkirina tevgera Hêzên Parastina Gel (HPG), hêzên xwe yên taybet ên bi navê Gulan û çekên giran dişîne gundên bajarokê Dînartê yê navçeya Akrê û derdora herêma Garê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di hevpeyvîneke taybet bi Stêrk TV re got, têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re, hevkariya îstîxbaratî û hwd. xizmetê ji gelê Kurd re nakin. Ya rast xizmetê ji PDK'ê re jî nakin.

Şêniyên Rojava destnîşan dikin ku tevgera PDK'ê xizmetî berjewendiyê gelê Kurd nake, lê xizmeta Tirkiyê dike. Şêniyan banga pêkanîna lezgîn a yekitiya netewî kir.

Yûsif Zeyd ê ji Qamişlo li ser vê mijarê ev tişt got: "Em şerekî birakujiyê qet naxwazin, ji ber ku di salên berê de me dît ku ev şer çi bi serê kurdan kir ku bû sedema şehîdketina bi hezaran ji şêniyên gelê me û bandoreke mezin li me kir."

Zeyd destnîşan kir şerê di navbera kurdan de, xizmetî gelê Kurd nake, lê belê xizmetê ji dijminê kurdan Erdogan re dike û wiha domand: "Em li djiî şerê biran li her çar parçeyên Kurdistanê ne, ji ber ku em îro di pêvajoya yekitiya kurdî de ne ku ji nakokiyan girîngtir e."

Yûsif Zeyd girîngiya pêkanîna yekitiya Kurd li hemberî dagirkeriya Tirk destnîşan kir û da zanîn ku şerê birakujiyê dê bandoreke neyinî li Kurdistanê û gelê wê bike.

Muhsin Reşo bûyerên sala 1992'yan bi bîr xistin û wiha pê de çû: "Dema PDK û artêşa Tirk êrişên PKK'ê kirin bê hêvî vegeriyan. Şerê biran ê di navbera kurdan de şerê îxanetê ye, PDK dixwaze bê sedem êrişî PKK'ê bike."

Reşo got: "Cihê mixabiniyê ye ku tu mirov ji bo kesekî têkoşînê bike lê ew ixanetê bi te re bike."

Hemdiya Xelef nêzîkatiyên PDK'ê red kir û got: "Hemû xwişk û birayên me, em daxwazin şerek di navbera hêzên kurdî de çêbibe."

'QEY PDK RÊ DIDE ŞERÊ BIRAKUJIYÊ'

Rêzan Ehmed destnîşan kir ku PDK'ê dixwaze şerekî birakujiyê pêk were û wiha got: "Ev van kiryaran red dikin, yê ku sûdê ji şerê biran digire dewleta Tirk û komên wê yên terorîst e.

Rêzan Ehmed banga lezgîn a avakirina yekitiya kurdî û parastina Kurdistanê kir.

ANHA


Mijarên Din