Hêzên PDK’ê 25’ê Mijdarê hêzekî zêde sewqî bajarokê Bamernê kiriye û li Bankê ya heman herêmê nûqteyên nû yên kontrolê hatin avakirin.
Avakirina nuqteyên kontrolê ‘dagirker’ ji bo derbasbûna Şengalê bixin di bin kontrolê de dikin armanc.
Ji sala 1990’î û vir ve navendên Tirkiyeyê ki Bamernê hene. Dewleta Tirk li navendên ku avakirine bi desteka lojîtîkî ya PDK’ê herêmên temamkirî bikar tîne, li vê derê li gel tank û hameran cûreyên hewan û obusan hene.
Sewqkirina hêzê ya PDK’ê ya herêmê di demekê de ye ku hikûmeta navendî ya Iraqê bi hezaran leşker û polîsên hêzên taybet sewqî Şengalê kiriye pêk hatiye.
Piştî peymana 9’ê Cotmehê ha di navbera Bexda û Hewlêrê hate kirin û şûnde 24’ê Mijdarê dest bi sewqiyata leşkerî û çekan hate kirin. Di nava 2 rojan de bi kêmanî 8 hezar leşker sewqî Şengalê hatin kirin.
PDK’ê di nava mehên dawî de taybet li gel hikûmeta Tirk bi kordîneyî ji bo herêmên gerîla di nava xebatên sewqkirina leşker û îstixbaratê de ye.
Tevî nerazîbûn û helwest û bangên sazî û gelek derdoran di serî de li Kurdistan û Ewropayê jî, tevgera leşkerî ya li qadên gerîla û Şengalê dewam dike.
Çavkanî: ANF