`PDK Pêşmergên Roj ji bo derxistina fîtneyê di navbera Kurdan de bi kar tîne`

Ciwan Xelef ê ku ji Pêşmergên Roj qut bûye û ji kesên destpêkê yên ku tev lê pêşmergê Roj bûye, eşkere kir ku ev hêz ji bo berjewendiyên dewleta Tirk û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kar dike.

“Peşmergeyên Roj” anku hêza bi armanca tesfiyekirina destekeftiyên Kurdan ji aliyê PDK’ê ve hatiye avakirin. PDK niha hewl dide vê hêza qaşo ku navê peşmergeyên roj ava kiriye li dijî gerîlayên Kurdistanê bide şerkirin.

Şêwazê bikaranîna “Pêşmergeyên Roj” ji aliyê siyasetmedar, rojnamevan û pisporan ve bi şibandina çeteyên girêdayî dewleta tirk ku li Sûriyê bi kar tine ve tê nirxandin.

Nexasim piştî ku PDK hewl da “Pêşmergeyên Roj” li dijî gerîla bi kar bîne gelek kesan hîn bêhtir ew şibandin çeteyên DAIŞ-Nusra, Ehrar el Şam, Sultan Murat û hwd. yên ku ji aliyê dewleta tirk ve li hemberî Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê bikaranîn.

ARMANCA YEKEM TÊKBIRINA ŞOREŞA ROJAVA BÛ

Armanca PDK’ê a yekem ew bû ku bi destê “Pêşmergê Roj” şoreşa rojavayê Kurdistan têk bibe.

PDK, ya ku desthilata Başûrê Kurdistanê kontrol dike, bi yekemîn êrişa li dijî Efrînê re dawiya sala 2012`an dorpêçek li dijî Rojava ferz kir. Siyaseteke hevseng bi dewleta Tirk a dagirker re ya ku hewl dida herêmê kontrol bike, da meşandin.

Piştre şerê taybet dest pê kir û propagandaya koçberkirina ciwanan ji derveyî herêmê hate kirin da ku herêmên Rojava ji şêniyên wê werin valakirin. Ji bo wê PDK`ê sînorên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji bo derketina ciwanan li gel avakirina kampan vekirin. Di encamê de hindek şêniyên Rojava berê xwe dane Başûr.

Bi armanca temamkirina planên ku hatine danîn, PDK`ê rê neda ku ciwanên di nav kampan de bi cih bûne biçin li bajarên Başûr kar bikin. Piştre jî bi propagandayê wisa da xuyakirin ku wê hêzeke niştimanî ya kurd ava bike. Ciwanên ku ji rojava çûbûn jî berê xwe dan nava vê hêzê. Lê piştî demeke kurt, fêmkirin ku ew hêza ku qaşo di bin navê niştimanî hate avakirin tenê ji bo berjewendiyên PDK’ê yên partiyê ango ji bo berjewendiyên malbatekê tên bikaranîn. Ji ber vê ciwanên rojavayî tek tek berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê û heta niha jî gelek ciwan derbasî Rojava bûn û gelek ji wan jî cihê xwe di nava refên QSD’ê de girtin.

PÊŞMERGEYÊN ROJ KÎ NE?

Pêşmergên Roj; komeke çekdar e, sala 2012`an bi daxwaza serokê PDK`ê Mesûd Barzanî ava bû.

Ev kom perwerdeyên leşkerî ji hêla pisporên istixbarata dewleta Tirk ve li nuqteyên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê dibînin. Bi vî navî hate navkirin da ku propagandaya wê were kirin ku ew hêza ku Rojava diparêze. Ruxmî ku armanca avakirina wê ya sereke pêkanîna planên dewleta Tirk li vê beşa Kurdistanê ye jî.

Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) xwedî li vê koma çekdar derdikeve û di heman demê de Wezareta Pêşmerge ya Başûrê Kurdistanê idîa dike ku ev kom girêdayî wê ye.

Piştî ewqas êrişên li dijî Rojava, komkujiyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li dijî Kurdan û êrişên dewleta Tirk jî ev koma ku îdîa dike ku parastina Kurdan li Rojava dike, bi siyasetên dewleta Tirk û PDK`ê dilsoz ma û tu carî li hemberî wan nebû xwedî helwest.

QURBANÎ

Ciwan Xelef (29) ji şêniyên navçeya Dirbêsiyê ye. Sala 2012`an tev li Pêşmergên Roj dibe û yek ji damezirînerên vê komê ye.

Piştî ku koçberî Başûrê Kurdistanê dibe, Ciwan Xelef mîna şêniyên Rojava li Kampa Domîz a li parêzgeha Dihokê li Başûrê Kurdistanê rastî dorpêçkirinê tê.

Desthilata Başûr rê neda ku Ciwan Xelef li derveyî kampê li bajarên Başûr kar bike. Piştre neçar dikin ku tev li Pêşmergên Roj bibe.

Xelef ê ku di derbarê mijarê de axivî, dibêje ku ew bûye qurbana siyasetên PDK`ê.

Xelef dibêje ku piştî koçberî başûrê Kurdistan bûne li Kampa Domîz bi cih bûne. Dema ku ew li kampê bi cih dibin ENKS`ê dest bi propagandaya tevlêbûna Pêşmergên Roj dike.

Xelef dibêje: “Di nav kampê de em dorpêçkirî man, ENKS`ê propagandaya Pêşmergên Roj dikir. Ez û 200 kesên din me biryar da û em tev lê wan bûn.”

Ciwan Xelef piştî çend rojan ji qeydkirina navê xwe di nivîsgeha ENKS`ê de bi 300 ciwanên ji Başûr û Rojavayê Kurdistanê re tev li dewreya leşkerî ya sê mehan a bi navê dewreya `Fermanda Zêrevanî` li bajarê Hewlêrê dibe.

PDK’ya ku ji raya giştî re digot wan “Pêşmergeyên Roj” ji bo rizgarkirina Rojava ava kirine di meriyetê berovajî tevgeriya. Vê jî eşkere kir ku armanca damezrandina pêşmergê bi navê roj ne azadkirin, berovajî têkbirina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê ye.

Di vî warî de Xelef wiha dibêje: “Ji me re hate gotin ku piştî bidawîbûna dewreyê, dê me veguhêzînin herêmên Rojava da ku tev li şoreşa Sûriyê bibin û Kurdan biparêzin. Lê piştî bidawîbûna dewreyê, di dema ku Rojava rastî êrişên Cebhet El-Nusra dihat, ji me re gotin, heke pirsgirêkên siyasî çareser nebin em nikarin we bişînin Rojava.”

Piştî bidawîbûna dewreyê, PDK`ê baregehek li herêma Xenz a li Dihokê ava dike. Ciwan Xelef û derdora 2 hezar û 500 ciwan dabeşî 4 focan dibin û di wê baregehê de cih digirin.

PERWERDE Û PERSPEKTÎV

Di hevpeyvîna ku me bi Ciwan Xelef re kir de Xelef, detayên kesên ku Pêşmergên Roj perwerde dikirin, eşkere kirin û got: “Ajanên dewleta Tirk û kesên dibêjin ku ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) qut bûne, “Pêşmergeyên Roj” perwerde dikirin. Bi rastî kesek nizanî bê ka rast parçe bûne yan jî dewleta Tirk wan şandine û propagandaya li dijî PKK`ê dikin.”

Xelef axaftina xwe domand û got: “MÎT’a Tirk bi awayekî eşkere pêşmerge perwerde dikir. Desthilata Başûr jî, ji endamên xwe re digot dewleta Tirk ji hêla Koalîsyona Navneteweyî ve hatiye erkdarkirin ku endaman perwerde bike. Ev nuqte di nav me de pirsgirêkeke mezin bû. Hemû dizanin ku Tirk dijminê gelê Kurd e. Di rastiyê de desthilata Başûr pêşmerge îqna kir ku istixbarata dewleta Tirk ji hêla Koalîsyona Navneteweyî ve hatiye erkdarkirin.”

REŞKIRINA YPG Û YPJ’Ê

Li gorî Xelef komên pêşmergeyan perwerdeyên taybet ên girêdayî şervanên Kurd ên li Rojava û PKK`ê didîtin. Ev perwerde ji hêla kesên ku îdia dikirin ji PKK`ê qut bûne dihatin dayîn û got: “Hemû efserên Pêşmergên Roj ji Başûr û Bakurê Kurdistanê ne. Erka wan a sereke reşkirina PKK, YPG û YPJ`ê bû. Digotin ku PKK û YPG`ê ne ji bo Kurdan, lê ji bo pêkanîna armancên din kar dikin. Heke vegerin Rojava dê hemû pêşmergeyan bikujin. Bi vê yekê hewl didan rê li pêşiya vegera me ji welatê re bigirin da ku em li rex YPG û YPJ`ê li dijî DAIŞ û dewleta Tirk şer nekin.”  

XANESORÊ

Di hevdîtineke berê de bi generalê Pêşmergên Roj ê ku jê qut bûye yê bi navê Riyad Selahedîn detayên bûyerên Xanesorê ên ku di Adara 2017`an de rû dane eşkere kirin. Li gorî Selahedîn, tugaya yekemîn a “Pêşmergên Roj” a pisporê şer û çekên giran bi fermana fermanderiya Pêşmergeyên Başûr berê xwe da Xanesorê.

Fermadariya Pêşmergeyên Başûr wê demê îdia kir ku hinek rê hene divê pêşmerge desteser bike. Hinek qaçaxcî wan rêyan bi kar tînin. Lê di rastiyê de ev rê di bin parastina Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de bûn. Di wê dîrokê de tîmên Gurên Boz ên taybet û hinek tîmên din ên girêdayî Başûrê Kurdistanê gihîştin xetên temasê bi HPG û YBŞ`ê re. Bi gihaştina tîmên Gurên Boz re yên ku di gelek cihan de bi artêşa Tirk re hatine dîtin, nuqteyên YBŞ û YBŞ-Jin bi çekên giran hatin hedefgirtin. Di encamê de gelek şervanên HPG û YBŞ`ê şehîd ketin.

Ciwan Xelef jî daxuyaniyên an jî gotinên Riyad Selahedîn piştrast kirin û got: “Wê demê gelek pêşmergeyan çekên xwe danîn û qebûl nekirin ku şerê birayê xwe yê Kurd bikin. Ên mayî jî bi zexta hikumeta Başûr neçar man şer bikin.”

Xelef destnîşan kir ku armanca şandina hêzên Pêşmergên Roj ji wê herêmê, derxistina fîtneyê di navbera YBŞ, YPG û Pêşmergên Roj de bû. Da ku bibe destpêka şerê di navbera Kurdan de.

NASKIRINA RASTIYÊ

Di êrişên li dijî Rojava de, YPG û QSD`ê berxwedaneke mezin nîşan da û karîna xwe weke hêzekê ku dikare herêmê ji êrişên terorîst biparêze, îsbat kir. Ev yek li Pêşmergên Roj bandor kir, ên ku bawer dikin ku hêza wan ji bo parastina Rojava ava bûye, lê di rastiyê de weke hêzekê ji bo pêkanîna berjewendiyên siyasî kar dike.

Têkildarî vê yekê Xelef got: “Cîhan bû şahidê destanên QSD`ê li hemberî terorê. Bi rastî karî gelê Rojava biparêze. Ev yek guman di nava refên hêzên Pêşmergên Roj de çêkir nexasim ku rastiya wê eşkere bû ku ji bo pêkanîna berjewendiyên siyasî kar dike.”

Xelef piştrast dike ku piraniya pêşmergeyan daxwaz kir ku biçin Rojava da ku li rex QSD`ê li hemberî terorê şer bikin, lê daxwaza wan ji hêla fermandarên PDK`ê ve hatiye redkirin û ev tişt zelal kir: “Piştî ku pêşmergeyan daxwaz kir ku li rex QSD`ê şer bikin, hikumeta Başûr dest bi reşkirina QSD`ê kir û ji me re got armanca avakirina QSD`ê parastina hikumeta Şamê ye. Heke tev li wan bûn jî dê wan bixin eniyên pêşîn da ku werin kuştin.”

PARÇEBÛN (QUTBÛN)

Ciwan Xelef sala 2018`an ji Pêşmergên Roj qut dibe û vedigere Rojava. Dema vedigere jî hema yekser tev li QSD`ê dibe.

Xelef balê dikişîne ser îdiayên PDK`ê yên reşkirina QSD û YPG`ê û dibêje: “Berovajî ku PDK`ê propagandaya wê kiriye, QSD`ê hemû derfet ji me re pêşkêş kirin. Ez niha wek fermanderekî hêzên taybet kar dikim. Hemû îdiayên desthilatên PDK`ê ji rastiyê dûr in.”

Ciwan Xelef bang li endamên Pêşmergên Roj kir ku vegerin warên xwe û tev li QSD`ê bibin û got: “Di rastiyê de Pêşmergên Roj, Rojava neparast û naparêze. Tenê QSD`ê bi erka xwe rabû û radibe.”

Xelef diyar kir ku ew ji ber tevlêbûna xwe di nav refên Pêşmergên Roj de poşman e û got: “Em bûn qurbanên siyasetên PDK`ê. Ya/ê ku ax û gelê Rojava parast QSD, YPG û YPJ`ê ye.“

Ciwan Xelef di dawiya hevpeyvînê de ji Pêşmergên Roj re wiha got: “Xizantî ji jiyana bêrûmet baştir e. Pêşmergên Roj baska leşkerî ya ENKS`ê ye û girêdayî Îtîlafa terorîst e. Ya ku çeteyên wê Efrîn, Serêkaniyê Girê Spî dagir kirin û bi hezaran Kurd û Ereb qetil kirin. Pêşmergên Roj li ku derê ne? Heya kengî weke çoyekî dê di destê zordar de bin? Vegera diyar û tevlêbûna berxwedanê ya niha ji vegera sibe ya  bêrûmet baştir e.”

VÊ CARÊ ARMANCA GERÎLLAYE

Piştî ku PDK nekarî “Pêşmergê Roj” derbasî rojava bike û li hember YPG-YPJ bi kar bîne vê carê berê wan dide çiyayên kurdistanê da ku li hember gerîllayên azadiyê bide şerkirin.

Eşkere ye ku PDK vê hêzê weke çekekî li hember destkeftiyên kurdan bi kartîne. Dixwaze li ser hesabê dewleta dagirker a Tirk li dijî gerîllayên PKK’ê bide şerkirin. Ji bo wê jî pispor û çavdê dibejin ku çawa dewleta tirk li rojava û bakurê sûriyê grûbên çete bikartîne PDK jî peşmergeyên bi navê Roj li hember hemû destkeftiyên kurdan bi kar bîne. 

(şx)

ANHA


Mijarên Din